Dengê heqîqetê nayê birrîn

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 03:33

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) nerazîbûn nîşanî kirina nezaretê ya rojnamevanan da û got, “Ev zextên wan wê bi ser nekevin, em ê bibin dengê heqîqetê.” Li Dêrsimê jî rojnamevanan xwest rojnamevanên di nezaretê de bên berdan. Bi sedan rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî jî xwestin hevpîşeyên wan bên berdan. 

8´ê Hezîranê polêsên Tirk ên dagirkeiryê li Amedê bi ser malan û saziyan de girtibû û 22 rojnamevan kiribûn nezaretê. DFG û MGKP li ber avahiya JINNEWS´ê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyaniyek da. Polêsên dewleta Tirk bi ser avahiya JINNEWS'ê de jî girtibû. HDP, DBP, OHD, MEBYA-DER, TÛAY-DER, MED-DER, TJA, ÎHD, Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê û gelek nûnerên wan û rojnamevan di dema daxuyaniyê de amade bûn. 

Berdevka MGKP'ê Roza Metîn daxuyanî xwend û got, "Hevalên me yên rojnamevan ev 7 roj in li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û hêj jî em nizanin bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Lê belê li gorî agahiyên polêsan par ve kirine, hempîşeyên me tenê ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê niha jî di nezaretê ne. Produksiyonên hevalên me li wan dixebitin jî bi hinceta ´Lêgerîn didome´ hîn di bin dorpêça polêsan de ne. Em ji vê yekê fêm dikin ku armanca desthilatdariyê ew e ku Çapemeniya Azad bêdeng bike. Rojnamevanên jin ên Kurd dibin hedefa êrişên pirralî yên desthilatdariyê. Tu şik û gumana me nîne ku armanca esasî ya van êrişan xebatên rojnamevaniyê ne. 

Hêj jî gelek hempîşeyên me tên dadgehkirin û gelek jî di hepsan de ne. Di dadgehkirina de rojnamevanî weke sûc tê dîtin. Lewma em careke din dubare dibêjin, hûn çiqasî hewl bidin krîmînalîze bikin jî û hûn çiqas zextê jî bikin, em ê heta dawiyê bibin dengê heqîqêt. Banga me ew e ku hevalên me di zûtirin demê de bên berdan."

 

Li Dêrsimê jî dagirker hatin rûreşkirin

Rojnamevanên li Dersimê bi daxuyaniyekê dîlgirtina hempîşeyên xwe li Amedê şermezar kir. Rojnamevanan li meydana Seyîd Riza daxuyanî da çapemeniyê.

Tevî rojnamevanan endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu û Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir jî hazir bûn.

Wan got, “Li dijî van polîtîkayan em bang li rojnamevanan hemûyan dikin ku xwedî li pîşeyê xwe derkevin. Ji bo hempîşeyên xwe yên bi rojane li Amedê girtî ne em careke din bang dikin; rojnamevanan berdin, rojnamevantî sûc nîne.”

 

YRA jî xwedî li rojnamevan derket

Têkildarî kirina nezaretê ya rojnamevanan Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da. 337 rojnamevan û kedkarên çapemeniya azad jî destek dan daxuyaniyê.

Li Çerxerêya Nebî Hûrî ya li Qamişloyê Dilyar Cizîrî daxiuyanî xwend û got, “Em piştgiriya xwe ji hevalên xwe yên rojnamevan re pêşkêş dikin. Di heman demê de em bang li civaka navdewletî, sazî û rêxistinên hiqûqî dikin da ku di zûtirîn demê de destwerdanê bikin da ku zext û zordariya li ser xebatkarên ragihandinê rabe û di zûtirîn demê de ji girtîgehên Tirkiyê werin derxistin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.