- Muzîkjen û bestekar Raven Chacon bi muzîka xwe dengê bêdengiya kesên xwecih tîne ziman. Wî bi kompozisyona xwe ya “Voiceless Mass” di sala 2022’an de Xelata Pulitzer a Muzîkê jî wergirt. Raven Chacon bi kompozisyonên xwe yên muzîkê ku dişibin performansan pêkûtiyên dagirkeran jî şirove dike.
Li Emerîka û Kanadayê her sal cejneke neteweyî ya bi navê “Thanksgiving Day” (Roja bereketê) tê pîrozkirin. Xelkên li wir, ji bo malavayiyê bikin li xwezayê û tiştên ku xweza dide (çaxê bênderan) mirovan, vê cejnê pîroz dikin. Bestekarê bi navê Raven Chacon ê ku sala 2022’yan “Xelata Pulitzer a Muzîkê” wergirt, di vê roja pîroz a par de li dêrê konsereke piçûk da. Raven Chacon bestekarekî xwecih ê Emerîkî ye. Ji ber muzîk û her wiha helwêstên wî yên derbarê dagirker û serdestan de cara yekem “Xelata Pulitzer a Muzîkê” dabûn kesekî xwecih.
Raven Chacon li dêrê kompozisyona xwe ya bi navê “Voiceless Mass” pêşkêş kiribû. Ew ji bo vê kompozîsyona xwe dibêje, bêdengiya dengên xwecihan temsîl dike, xwecihên Emerîkî yên ku ev demeke dirêj e hatine bêdengkirin. Yanî ev kompozisyona wî tenê ji bo rîtûel û ayînan nehatiye hazirkirin. Kompozisyona ku qederê 17 deqîqeyan dewam dike, ne weke koroyekê lê bi çend kesan ve tê îcra kirin. Ew kes jî li nav dêrê belav bûne û amûrên cihê bi kar tînin da ku bandorê li xelkê bikin.
Raven Chacon serê pêşî, xwestiye daxwaza dêrê red bike û li wir konserê nede, lê paşê qebûl dike û qebûlkirina xwe jî bi vî awayî rave dike; “Min bi dilekî digot, vê daxwazê qet qebûl neke, ne ku li hemberî roja pîroz im. Ji ber ku tenê di rojên wiha de em tên bîra hin kesan. Ez ji vê yekê aciz im û ji ber wê, min nedixwest di vê roja pîroz de tiştekî bikim.” Lê piştî demekê wî ev yek weke fersendekê nirxandiye û qebûl kiriye ku li dêrê konserê bide.
Dema Xelata Pulitzer wergirtibû, lijneya ku xelat dabû wî, ji bo berhema wî ya “Voiceless Mass” nirxandineke bi vî rengî kiribû; “Di hundirê dêrê de giraniya dîrokê bi mirovan dide hizirandin. Xebatake resen e û qet naçe ji bîra mirov. Bandoreke wê ya ku dilê mirov şa dike, heye û her wiha qelîteya muzîka wî jî pirr bi hêz e.”
Dîroka dagirkeriyê bi bîr dixe
Raven Chacon derbarê kompozisyona xwe ya “Voiceless Mass” de van agahiyan dide; “Ev xebat cihên ku em li wir kom dibûn, dîroka cihên civakên xwecih û her wiha avahiyên ku li ser erdên me hatine lê kirin, bi bîr dixe. Destpêka kompozisyonê xelk dengên pirr nizm dibihîzin, nexasim jî dengên amûrên ku mirov pif dike wan û yên bikevan tên bihîstin. Bi vî awayî em kesên ku mîmariya dêrê dagir kirine, vedibêjin. Ji xwe desthilatî jî dengê kesên xwecih weke tiştekî bê mane dibînin.”
‘Hózhǫ́’ aheng û xweşikiya jiyanê ye
Raven Chacon kompozisyona xwe bi nihêrîna “hózhǫ́” ve jî girê dide. Ev nihêrîna ku aheng û xweşikiyê temsîl dike li Herêma Navajo ya Emerîka, weke çandekê bi cih bûye. Nexasim jî di nav civakên xwecih ên emerîkî yên li vê herêmê de xwedî maneyeke taybet e. Ji lewma, peyva “Hózhǫ́” di zimanê Navajoyî de peyva herî girîng tê hesibandin. Jiyana li Navajo û ramîna li wir, bêyî vê peyvê kêm e û li navenda her tiştî ev peyv heye. Reven Chacon jî kesekî ji xwecihên Emerîkayê ye û bi vê nihêrînê bawer e, muzîka xwe ji bi ruhê peyva “hózhǫ́” îcra dike. Girîngiya vê peyvê ji bo muzîka xwe wiha tîne ziman; “Cihê me yê li ser rûyê dinyayê çi ye, ew tîne bîra mirovan. Her wiha her tişta ku li dinyayê diqewime jî mirov hîs dike û em jî parçeyekî wan qewimînan in. Mirov hay ji vê yekê çêdibe, jixwe ji bo min muzîk jî tiştekî bi vî rengî ye. Em bi tiştên din re hene û bi mane ne. Dema me ev yek dubare hîs kir, em ê bêhtir aram bibin.”
Hilweşandina bingehê ku
Emerîka li ser av bûye!
Raven Chacon di karên xwe de li ser deng û têkiliyên ku deng diafirînin, disekine. Weke nimûne, wî di xebata xwe ya bi navê “Three Songs” (Sê stran) de jî behsa sê jinên xwecihî dikir. Ev xebata wî weke video-înstalasyonekê bû. Sê jinên xwecihî di vîdeoyê de li trompetê dixin. Ev trompetên hanê, sembola artêşa Emerîkayê ne. Jinan bi vî awayî êrişên artêşa Emerîkayê yên ku zimanê wan dagir kirine tînin ziman. Her wiha kesên desthilat çawa wan ji cih û warên wan kirine jî rexne dikin û bertek nîşanî vê nêzîkatiya wan didin. Raven Chacon di hin xebatên xwe yên din de jî amûrên balkêş bi kar tîne. Performansa wî ya bi navê “American Ledger no. 1” yek ji van karên wî yên balkêş e. Mînak, ji bo dîroka Emerîkayê ya bi darê zorê hatiye avakirin bîne ziman, wî bivir, dar, pereyên hesinî, pîzpîzka polêsan û derbikek (niftikek) bi kar anî. Wî bi vî awayî xwest bingehê ku Emerika li ser ava bûye, hilweşîne û êrişkariya wan a li hemberî kesên xwecih rexne bike. Yanî xebatên wî hemû weke performansan in û pirr bi tesîr in. Bi komek muzîkjen re li kolanan performansên xwe îcra dike û bala xelkê dikşîne ser dîroka fermî ya Emerîkayê.
Ev keştî ji ku derê tên?
Raven Chacon dibêje; “Helbet ev hemû deng in, lê her dengek xwedî maneyeke cuda ye û taybet e” û ji bo insan li ser hin tiştan bifikirin pirsên wiha dike, “Mirov meraq dike di hundirê wan keştiyan de yên ku tên li peravê disekinin, çi heye? Ew keştî çi tînin? Ew keştî ji ku derê tên? Dê çiqasî bimînin? Weke ku bêhna çekan ji wan were, kî wan çekan hildigire? Çima guleyan dibarînin? Ev çekên hanê, guleyan li kê direşînin? Ev jidil jî çek in jan amûr in? Hêviya min ew e ku xelk serpêhatiyan hîs bikin, ji tiştên ku çêdikim, tiştekî fêhm bikin û peyaman bigirin.”
Vegotina dîrokeke ku qet nayê zanîn
Raven Chacon ji bo bikaranîna deng riyên cihê bi kar tîne û azmûnên wî yên li ser deng serketî ne. Ew tim xwe li ceribandinên nû radikşîne û dixwaze bi notasyonên cuda berheman biafirîne. Her wiha performansên wî jî hêjayî dîtin û nirxandinê ne. Ji bo xelata Pulitzer jî wî got, “Gava ku min ew berhem nivîsand, ez pirr mijûl bûm û qet li benda xelatekê jî nîn bûm. Lê dikarim bibêjim, mirov bi Xelata Pulitzer were naskirin, ev jî cihê şanaziyê ye.” Raven Chacon ji bo muzîkê nirxandineke bi vî rengî dike; “Çi muzîk dibe bila bibe, em bi saya muzîkê xwe zindî hîs dikin. Lê divê muzîk karibe hin tiştên din jî pêk bîne. Heger berhemek yan jî muzîkalek dîrokeke ku qet nayê zanîn û nayê axavtin bi bîr bîne, bêhtir bi qîmet dibe. Bi ya min, divê bestekarek li rêbazên muzîkê hemûyan bixebite da ku karibe tiştekî bi vî rengî pêk bîne. Mirov karibe bi muzîkê dîrokeke veşartî derxe holê, ev tiştekî pirr xweş e.”
NAVENDA NÛÇEYAN