Jinên xwecihî doza tezmînatê dikin 

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:31

Jinên ji Gronlandê ji ber 'kontrola anîna zarokan' dozê li dewleta Danîmarkayê vedikin. Jinên ku di navbera salên 1966 û 70'î de bêyî daxwaz û destûra wan, ji bo kontrola anîna zarokan, spîral bi wan ve hate kirin, amadekariyê dikin ku dozê li dewleta Danîmarkayê vekin.

Li Gronlandê ku herêmeke xweser a ser bi Danîmarkayê ve ye, polîtîkaya kontrolkirina anîna zarokan ya di salên 1960'î de li hemberî gelê xwecihî hat meşandin, diçer ber dadweriyê.

Ji 4 hezar û 500 jinên di navbera salên 1966 û 70'î de ji bo kontrolkirina nifûsa xwecihî spîrala kontrolkirina anîna zarokan di bedena wan de hate bicihkirin, 67 jinan daxwaza tezmînatê ji dewleta Danîmarkayê kir. Heger hikûmet vê daxwazê qebûl neke, jin wê mijarê bibin ber dadgehê.

Psîkolog û aktîvîsta jin, Naja Lyberth li ser mijarê ji rojnameya The Guardian re axivî û got, "Parêzerên me baş pê zanin ku mafên me yên mirovan û qanûnî hatine binpêkirin."

Lybertt anî ziman ku ew piştre bû xwedî zarok, lê belê gelek jinên ku spîral bi wan ve hatibû kirin, nekarîn ducanî bibin û nekarîn bibin dayik.

Dewleta Danîmarkayê û hikûmeta Gronlandê têkildarî polîtîkayên dewleta Danîmarkayê yên navbera salên 1961 û 1990'î yên pêşîgirtina bizarokbûnê ya li Gronlandê, dest bi lêpirsînekê kirin. Tê payîn ku lêpirsîn sala 2025'an bi dawî bibe.

Wezîra tenduristî û karên hundir a Danîmarkayê Sophie Løhde têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, "Ev yek meseleyeke gelekî trajîk e û çîrokên wan jinan bandoreke giran li min kir. Şert e ku em vê mijarê bi kûrahî lêbikolin, ji ber vê jî komeke lêkoler bi rengekî serbixwe û bêalî lêkolînê dike.”

KOPENHAGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.