Tekstîlên Mola ji bo nasnameyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 04:30

Di nava miletê Guna (berê jê re digotin Kuna) yê Panamayê de xemla mola li ser kirasên ji rêûresmê yek ji hîmanên sereke bû. Jinên vî miletê ji dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an ve cawên ji bo van kirasan çêdikirin. Ev kiras û xemla mola ya li ser wan jî pê re veguherîn nîşanên xurt ên çand û nasnameya vî gelî. Di dema şoreşa miletê Guna ya sala 1925´an de, ji bo mafên xwe kom bûn û hingê wan xemlên mola weke îşareteke serxwebûna xwe çêkirin û li xwe kirin. Di dawiyê de ew li ser erdên xwe serwer bûn. Ev erdên wan ên li ser bi sedan giravên piçûk li peravên Atlantîkê yên Panamayê bi navê Gunayala niha tên nasîn. 

Mola xemlên li ser cawên ji pembû ne û bi awayekî hosteyî hatine hûnandin. Ew gelekî rengîn in û dîzayna wan jî ji formên muceredkirina jeometrîk heta bi xeyalên di bin tesîra çanda popular a rojavayî de diguhere. Di dîzaynê de bi awayekî xurt îşaret bi dualîteyê tê kirin, tekrar pirrin û di texeyûla hunerê mola de yeksanî jî darîçav e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.