Cendekek ji bo berdêla mêhtingeriyê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Tîrmeh 2023 - 01:03

Hunermend Nathan Maynard niha li Awustralyayê dijî, li laşê miriyekî Ingilîzan digere! Ew dixwaze bi vî cendekî rûreşiya mêhtingeriyê nîşan bide. Ew dê sûcên mêhtingeran yên ku li hember xwecihên Awustralyayê bi riya cendekekî nîşan bide. Ew ê vî cendekî bike berdêl ji bo van sûcan. Nathan Maynard jî yek ji xwecihên Tazmanyayê ye û bi eslê xwe aborjîn e.

Nathan Maynard ji bo cendekekî Ingilîzan bibîne, îlan da rojnameya bi navê “The Age” ya li Awistralyayê. Heger cendekekî Ingilîzan peyda bike, ew dê wî bike qurban ji bo bindestan. Yanî dê heyfa bindestan bi vî awayî hilîne. Nathan Maynard hunermendekî performansê ye û lîstikan jî dinivîse. Wî îlhama vê projeya xwe ji medyaya dijîtal girtiye. Wî got, “Li ser medyaya dijîtal her kes weke insanekî baş dixweye, xwe bi vî awayî didin naskirin. Lê bila baş were zanîn, hîna jî gelek insanên me li vî welatî girtî ne û di hepsan de ne. Em hîna jî ne xwedî peymanekê ne li vî welatî û di warê fermî de mafekî me tine ye.”

 

1500 cendekên Aborjînan ên li welatên biyanî

Nathan Maynard eşkere nekir ka ew dê înstalasyona xwe ya nû bi çi awayî çêke. Lê ji bo ew înstalasyona xwe çêke niha pêdivî bi cendekekî Ingilîzan heye; ji ber wê ew li vî cendekî digere. Her wiha wî da zanîn ku ew dê rûmeta cendek biparêze û rêzê nîşanî bide. Heger Nathan Maynard vê cendekî peyda bike, projeya wî dê Mijdara 2023’yan li Tazmanyayê, li “Hobart Current” were nîşandan. 

Li gorî Înstîtûya Aborîjînan ya Awustralyayê di nav van 30 salên dawî de wan 1650 cendekên Aborjînan li Awustralyayê vegerandine. Hikûmeta Awustralyayê jî da zanîn ku hîna jî qederê 1500 cenazeyên Aborjînan di destên Înstîtûyên welatên biyanî de ne û koleksiyonerên taybet jî dest danîne ser hinekan ji wan.

SYDNEY

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.