Portreyên xelkên xwecihî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 25 Sibat 2023 - 04:51

Survival International, ev bû qederê 50 salan ku mafên xelkên xwecihî diparêzê û li hember êrişên ji bo jiholêrakirina xelkên xwecihî, têdikoşe. Nexasim weke organîzasyonekê li hemberî qirqirinan disekine û nahêlê li herêmên ku xelkên xwecihî li wan hene, dar werin birrîn, av were herimandin û xebatên kanan û geriyana li madenan li wir pêk werin. 

Ev rêxistin, şidet û pêkûtiyên hikûmetan şermezar dike û tim hevkariya xelkên xwecihî dike. Her wiha nijadperestiya hikûmetan jî eşkere dike û ji bo vê yekê ti carî ji dewletan fonan nagire da ku tim karên serbixwe bike.

Survival International, ji hikûmetên heyî dixwaze ku xelk li cihên xwe bimîne û kes têkilî wan nebe ango wan aciz neke.  Survival International, gelek caran jî zilm û zordariya li ser xelkên xwecihî belge dike û bi van belgeyan êrişên li ser van xelkên xwecihî dide sekinandin. Her wiha ji bo xelkên xwecihî karibin derd û xemên xwe vebêjin, Survival Internationalê platformeke azad jî damezirandiye. Ji sala 1969’an ve di gelek doz û daweyan de bi ser ketiye. Ew dide zanîn ku heta niha di 200 dozên li dijî hikûmetên cuda de ew bi ser ketine. 

Wêneyê Ekuna Kamayaru

Li Brezîlyayê her sal di Nîsanê de xelkên xwecihî berê xwe didin paytextê. Ji warên xwe bi hezaran kilometre dûr diçin da ku ax û jiyana xwe ya li ser vê axê biparêzin. Xelk li wir li “Free Land Camp” tên cem hev. Ev keçika ciwan ya bi navê Kayapo jî ji bo biçe tevlî protestoyan bibe, daye rê. Wêne ji hêla Ekuna Kamayura ve di sala 2022’yan de hatiye girtin.

Sergînên şivanî

Li Hindistanê, li kêleka gola Gya ya ku qeşayê girtiye, em rûyê şivanekî dibînin. Li pişta wî selikek û di nav selikê de jî sergîn ango tepik hene. Li herêma Ladakhi ya li Hindistanê, sergîn hem ji bo çêkirina malan û hem jî bo ku werin şewitandin tên bikaranîn. Yanî ew parçeyekî girîng ên çanda Ladakhi ne. Nadia Ferroukhi ev wêne di sala 2017’an de girtiye.

Alpaca di hembêza şivanê de

Çiyayên Andê yên li Perûyê, navdar in. Dema dibe havîn, xelkên li wir keriyên xwe yên pez derdixin zozanan. Ya rast, li wir ji pez bêhtir “alpaca” hene ku ew dişibin pez lê ji familyaya hêştiran in. Hiriya wan gelekî bi qîmet e û xelkên li wir debara xwe bi hiriyê dikin. Li herêma Quechua ya Perûyê, şivanên keriyên alpacayan bêhtir jin in. Wênegir Alina Surquislla Gomez, wêneyê şivaneke jin girtiye ku li hembêza wê alpaca heye. 

Hêlekana Maniayê 

Mania jî jineke ji herêma Guajajara ye. Ev herêm li Amazonê ye. Jixwe, jinên li wir jî bêhtir bi wêrekiya xwe tên naskirin û kabîleyan ji êrişan diparêzin. Jinên li wir gelek caran ji bo ku xelkê xwe biparêzin bi tehlûkeyan re rû bi rû dimînin. Mania li hewşa mala xwe bi benên rengo rengo, hewl dide hêlekanekê çêke. Hêlekan li wê herêmê pirr tên bikaranîn, ji lewma jî ew bi xwe hêlekanên xwe çêdikin. Edîvan Dos Santos ev wêne di sala 2021’ê de girtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.