Oppenheimer û Giravên Marshall

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 25 Tebax 2023 - 16:27

  • Filmê Oppenheimer behsa ´bavê bombeyên atomê´ dike, lê tevî ku ceribandinên bombeyê yên bi tevlîbûna Oppenheimer pêk hatin, heta îro jî tesîrên kujer li miletên xwecihî kirin, filmî hîç behsa wan nekir.

Filmê Oppenheimer gelekî bal bire ser xwe û mijara ceribandinên sîlehên nukleerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE). Lê behsa tesîra wan li ser xelkên xwecihî yan jî ka çima li ser erdên van miletên xwecihî yên li ser erdên Emerîkayê yan jî li Behra Pasîfîkê ev test hatine kirin, nehatiye kirin. Ji van testan 23 li Giravên Marshall pêk hatin û xelkê xwecihî yê vê deverê wê ti carî nikaribe van testan ji bîr bike: Lewma êdî di DNA´ya wan de nexweşiyên cihê yên pençeşêrê hene ku belavî tevahiya nifşên miletê xwecihî yê van erdan bûye.

Esas ava behra Pasîfîkê ya li dora Giravên Marşalê weke dîmenek ji cinetê xuya dike. Lê ev dîmenên cinetê, rûpoşek in ji bo veşartina sirreke reş û tarî: Di navbera 1946 û 1958´an de artêşa DYE´yê 23 bombeyên nukleer li van giravan ceribandin.

Ev bombe yan li ser erdê yan jî di binê behrê de li giravên Bikini Atoll û Enewetak Atollê hatin ceribandin. Yek ji van bombeyan hezar û 100 caran ji bombeya avêtin Hiroshimayê xurttir bû. Asta radyasyonê jî gihiştibû weke ya asta Chernobylê. Herçî Bikini Atoll e, ji mirovan xalî ye. Herçî Enewetak e, xelk li ser zexta DYE´yê hêdî hêdî lê vedigere.

 

Quba mirinê!

Di GoogleEarthê de Quba Mirinê xuya dike

Li van giravan zêde delîlên van testan nemane ji bilî qubeyeke betonî ya ecêb: ferehiya vê qubeyê 115 metre ye û xelkê jêre dibêje, gorn. Ne belesedem, divê gorna dawiya salên 1970´yî de hatiye çêkirin, DYE´yê 90 hezar metrekab, erd û bermahiyên nukleer veşartin û serê bi betonê girt. DYE´yê ev bermahiyên radyoaktîf ji Nevadayê bi keştiyan kişand vê deverê. Li Nevadayê jî DYE´yê bombeyên nukleer li ser erdên xelkê xwecih ên Emerîkayê ceribandibûn.

 

Filmî hîç behsa miletên xwecihê nekir

Bi weşandina filmê Oppenheimer re bala raya giştî ji nû ve çû ser dîrok û mîrateya ceribandinên nukleer ên DYE´yê li ser erdên xelkê xwecihî, hem li parzemînê û hem jî li erdên di nava pasîfîkê de. Filmê behsa wî fizîkvanî dikir ku bombeya atomî çêkir.

Tevî ku tîma Oppenheimer sîlehên nukleer li ser erdên xelkên xwecihî yên li Nevada, Utah û Arîzonayê ceribandin, filmê hîç behsa tesîra van testan li ser xelkên xwecihî yên Emerîkayê nekir. Halbûkî wan 928 ceribandinên mezin kiribûn li ser van erdan.

Ian Zabarte ji The Guardianê re dibêje, “Film xwe bi temamî li tecrûbe û serpêhatiyên miletê kerr û lal dike.” Ew mirovê sereke yê Western Bands ê Miletê Shoshoneyê ye. Ji vî miletî re mirov dikare bibêje, “miletê li ser rûyê dinyayê herî zêde hatiye bombekirin.”

Di filmê de em dîmenan dibînin çawa aktor Cillian Murphy rola ‘bavê bombeya atomê’ dike. Ew li cihê ceribandinên nukleerî jî xuya dike. Lê film bi ti awayî behsa miletên xwecihî û tesîra ceribandinên nukleerî li ser wan nake. Ji ber wê jî gelek rexne li filmî hatin girtin.   

Ne doza lêborînê kirin ne zirarên wan qerebo kirin

Zabarte niha hewl dide peywendiyê bi miletê Giravên Marshall re deyne. Nûnerên ji giravan îsal çûn Nevadayê da ku behsa meselêyên xwe yên sihetê bikin. Zabarte dibêje, “Tesîrên li ser siheta miletê me hîç nehatiye lêkolan. Ti carî doza lêbihurînê ji me nehat kirin û jixwe bi ti awayî zirarên me nehatine qerebokirin.” 77 sal in kula birîna wan nehatiye dermankirin.

Niha komeke ji Giravên Marshallê 12 rojan 900 kîlometre rê dikin da ku balê li Giravên Marshall bibin ser vê meseleyê.

Yek ji wan Alson Kelen e, ew li Bikini Atollê mezin bûye. Ew jî ji The Guardianê re peyiviye: “Pençeşêr ji nifşekî derbasî nifşê din dibe. Trîbûnala Doza Nukleer a Giravên Marshallê lîsteyeke cûreyên pençeşêrê yên elaqedarî nukleerê di nava miletê me de hazir kiriye. Ev pençeşêr irsî ne.”

 

DYE´yê biryara Trîbûnalê qebûl nekir

Trîbûnaleke serbixwe ya navneteweyî sala 1988´an biryar da ku DYE 2.3 milyar dolaran ji bo qerebokirina ziraran bide Giravên Marshal. Lê wê ev red kir û got, wê di salên 1990´î 600 milyon dolar daye. Gava wê sala 1998´an alîkariya ji bo dermanên pençeşêrê birrî jî, gelek nexweşên pençeşêrê di rewşeke pirr xirab de hiştin.

Muzakereyên ji bo qerebokirinê îsal wê ji nû ve dest pê bikin. Xelkê Giravên Marshallê, piştî ku Çîn jî ji ber cihê wan ê stratejîk, elaqe nîşanî wan dide, bi israr in ku 2.3 milyar dolarên xwe ji DYE´yî bistînin. Lê ew her wiha dixwazin ku Quba Runit yan jî “gorn” bi temamî bê valakirin û wê bibin Emerîkayê. 

 

Pençeşêra irsî

Tesîrên ceribandinan li ser xweza û hawîrdorê tesîrên daîmî çêkirin. Ji Zanîngeha Standfortê, Stephen Palumbi dibêje, ji ber radyoaktîfbûnê “nabe ku hûn dexl biçînin, nabe ku hûn gûzên hindê bixwin, nabe ku hûn ava vir vexwin.

Ji malbata Zabarte, gelek kes ji ber pençeşêrê mirine. Ew dibêje, “Ti cihê miletê min nîne ku pê de biçe. Em neçar li vir in. Her roj wê tesîra radyoaktîf li me bibe.”

Ji Komîsyona Nukleer a Giravên Marshallê Alson Kelen dibêje, “Divê em vê serpêhatiyê her bibêjin. Çi jiyanê li ser me ferz bikin bila bikin, ji ceribandinên nukleer heta bi bilindbûna ava Pasîfîkê, mala me û jiyana me her ev der e. Ev serpêhatiya me ye, em di navê de ne, û ew me di warê çandî de jî agahdar dike, lê em ê nehêlin ku ew terîf bike ka em kî ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.