Îranê qebûl kir IAEA teftîşê bike

Yekşem 5 Adar 2023 - 16:25

Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî Rafael Griossi, dibêje, Îranê qebûl kir ku destûrê bide teftîşa tesîsên wê yên nukleer.

Rafael Grossi beriya vê daxuyaniyê çûbû Îranê û bi serokkomarê wê Ibrahîm Reîsî re li Tehranê rûniştibû. Tenê çend rojan beriya wê hevdîtinê jî, mufetişên Neteweyên Yekbûyî gotibû, wan zerreyên Uranyûmê li tesîseke binê erdê ya Îranê de dîtine ku gelekî hatine qewîkirin. Yanî ev zerre ewqasî dewlemendkirî ne ku dikarin ji bo çêkirina sîlehan bên bikaranîn. 

Lihevkirina li ser enerjiya nukleer a Îranê sala 2018´an gava Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji lihevkirinê vekişiya, ji hev de ket.

Muzakereyên ji bo vejandina vê lihevkirinê par xitimîbûn. Rafael Grossi di daxuyaniya xwe de got, niha di vî warî de jî hin başbûn çêbûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.