Totemê xwe ji dizan stendin 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 31 Tebax 2023 - 03:55

Totemekî Neteweya Nîsga´a piştî ku hate dizîn, qederê sedsalekê li muzeyeke Skoçyayê hate nîşandan. Ev totem ji sala 1929´an û pê ve li Royal Scottish Museum a li Edinburghê hat nîşandan. Navê muzeyê îro, National Museum of Scotland (Muzeya Neteweyî ya Skoçyayê) ye. Niha ev totema hanê, wê li welatê xwe yê li Kanadayê, biçe ser erdên Neteweya Nisga´a.

Ev totemekî ji rêzê nîne, 11 metreyan bilind e û beriya bi qederê sedsalan li Geliyê Nass, li bakur rojavayê Kanadayê ya ku hingê ser bi Brîtanyayê ve bû, hate dizîn.

Ev totem di salên 1860´î de ji bo rêzgirtina ji şervanê bi navê Ts’wawit hatiye çêkirin. Ew ê bibûya mezinê Neteweya Nisga’a, lê beriya bibe serokê neteweya xwe di şer de hatibû kuştin.

Anthropologê Kanadayî, Marius Barbeau, hingê çavdêriya wê yekê kiribû ka ev totem çawa ji gundê lê hate rakirin. Totem eşkere hatibû dizîn. Lewma gava xelkê gund hemû çûbûn nêçîr, masîgirî û çinîna salane û kes li gund nebû, ev totem rakiribûn û dizîbûn. Barbeau bixwe totem firotibû muzeyê.

Bi dehê salan xelkê neteweya Nisga’a kampanya meşandin da ku totemê xwe ji dizan bistînin. Û vê hefteyê ew bi ser ketin û mirazê xwe şabûn. Totem wê vegere welatê xwe yê 6 hezar û 400 kîlometreyan dûr.

Heyeteke ji neteweya Nisga’a bi cil û bergên xwe yên ji rêûresmê duşema bihurî li muzexaneyê bûn û merasîmeke manewî bi rê ve birin, da ku totem bi silametî vegere ser erdên xwe. Lewma Nisga’ayî bawer dikin di her totemê bi vî rengî de ruhek heye û totemê weke “tiştekî” nabînin, lê weke zindiyekî dibînin.

Ji bo vê rewşê îfade bike em guh bidin endamê delegasyona Nisga’a Dr. Parent: “Endamekî malbata me heye ku li muzeyekê hepskirî bû.”

EDINBURGH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.