Koçberiya xwecihên Emerîkayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Gulan 2023 - 04:44

Hin lêkolerên ku di “Chinese Academy of Sciences” (Akademiya Zanistan a Çînê) de dixebitin, bi saya serê DNA’yê, derbarê gelên xwecihî yên Emerîkî de tiştên nû kifşkirin. Li gorî kifşên lêkoleran, insanan di “Serdema Qeşayê” de ji Çînê ber bi Japonya û Emerîkayê ve koç kirine.

Nivîskar û antropolog Yu-Chun Li, ku ew jî di akademiyê de dixebite got, “Lêkolînên me didin zanîn ku hinek Xwecihên Emerîkî ji Asyayê koç kirine û weke nijad bingeha wan xwe dispêre wir. Lê ev mesele weke ku tê zanîn, ewqasî eşkere nîne û têra xwe tevlîhev e.”

Ji bo lêkoler û akademisyen xebata xwe di vî warî de bibin serî li Avrasyayê bi qasî 100 hezar DNA’yên nûjen û her wiha 15 hezar jî DNA’yên antîk analîz kirine. Di dawiyê de jî ji nav van DNA’yan 216 DNA’yên nûjen û 39 jî DNA’yên antîk ango kevn neqandine da ku xebata wan bi encam bibe. Li gorî teknîkên karbonê, mutasyonên genetîk û her wiha erdnîgariyê xwecihê Emerîkayê ev lêkolîn hatiye kirin. Li gorî wê, xwecihên Emerîkayê beriya 20 hezar salan, du caran bi awayekî komî koçî Emerîkayê kirine. Ji ber şert û mercên hewayê û Çiyayên Qeşayî yên li Çînê, wî zemanî, ew li cihekî baştir geriyane da ku karibin jiyana xwe lê bidomînin.

Li gorî lêkolînan, tişta herî balkêş ew bûye ku di navbera Japonan û xwecihên Emerîkayê de jî têkiliyên nû hatine kifşkirin. Dema ku beriya 20 hezar salan xwecihên Emerîkî ji Çînî koçî Emerîkayê dikin, ewilî li Japonyayê dimînin û hinek ji wan paşê ber bi Emerîkayê ve diçin. Teoriyên ku di warê arkeolojiyê de derketine holê jî van agahiyan piştrast dikin.

Akademisyenê genetîkê Qing-Peng Kong jî got; “Têkiliya di navbera Emerîka, Çîn û Japonyayê de tenê ne di warê çandî de her wiha di warê genetîkê de jî nêzî hev in.”

PEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.