Li Enqerê li hev nekirin

Duşem 6 Mijdar 2023 - 16:11

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Bexdayê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiya. Li gor zanyariyan Blinken li gel Sudanî di civînê de li ser pêşhatên dawî, şerê Xezayê û bandora wê ya li ser herêmê axivîne. Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek kurt li ser serdana Blinken belav kir û got, vê êvarê serokwezîrê Iraqê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kiriye. Beriya Blinken serdana Bexdayê bike, li gel Serokê Filistînê Mehmud Ebas civiyabû û li ser şerê navbera Îsraîl û Hemasê axivîbûn. Bilînken piştî serdana xwe ya Iraqê, derbasî paytexta Tirkiyê Enqerê bû û li gel wezîrê karên derve yê tirk Hakan Fîdan re rûnişt. Piştî hevdîtinê aliyan daxuyaniyeke hevpar neda. Ev yek weke lihevnekirina aliyan li ser metneke hevpar hat şirovekirin.

Blinken beriya ku ji Tirkiyeyê veqete li balefirgehê daxuyanî da û got, “Xebat didomin. Em metirsiyên li vir dizanin. Em li Xezeyê bedêleke xeternak dibînin. Em bedêlên sivîlên bêguneh dibînin. Peywendiyên me bi Îsraîlê re sereqet in. Em ji bo ku mirina sivîlan kêm bibe, gavan diavêjin û diaxivin. Hûn ê di rojên li pêşiya me de gavên girîng bibînin, ên ku alîkariya mezin wê bigihîjîne Xezeyê.

Ev jî serketineke ku şer li herêmê belav nebûye. Ji bo şertên adil û aştî pêk werin me hevdîtinên girîng bi welatên herêmê re kirin. Ji bo tiştên baştir biqewimin em di nava hewldanan de ne.

Ji bo alîkariya mirovî em di nava hewldanek zêde de ne. Yek ji mijarên girîng jî mijara rehîneyan e. Em pirr li ser vê rawestiyan.” 

 

Sudanî û Reîsî li hev civiyan

Piştî hevdîtina bi Antony Blînken serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî derbasî paytexta Îranê Tehranê bû. Serokwezîrê Iraqê, bi serokkomarê Îranê re civiya. Di civînê de behsa rewşa herêmê, şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de û lihevkirinên di navbera Iraq û Îranê de hate kirin.

Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate dayîn. Serokwezîrê Iraqê destpêkê axivî û got; “Iraq ji bo agirbesta li Xezeyê xwedî role û bi welatên cîran re di nava peywendiyan de ye. Civaka navnetewî li hemberî Filistînê nekariye erkên xwe bicihbîne. Me di civînê de behsa peywendiyên di navbera Iraq û Îranê de kir, herwiha behsa lihevkirinên Îran û Iraqê yên ji bo parastina sînorên herdu welatan hate kirin.”

Serokkomarê Îranê Reîsî jî piştre axivî û got; “Li gorî me divê demek ji ya din zûtir bombebarana li ser Xezeyê were rawestandin û alîkarî bigihin Xezeyê. Alîkariyên Emerîka yên di warên çek û alavên leşkerî ji bo Îsraîlê, dibe sedema kuştin û kiryarên hovane yên Îsraîlê ên dijî gelê Filistînê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.