Dagirkeran 4 welatî revandin
Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 21:27
- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrîna dagirkirî, revandin û ew birin cihekî nediyar.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrîna dagirkirî, revandin û ew birin cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyeke ji Cindirêsê, çeteyên "Polêsên leşkerî" yên ser bi dewleta Tirk a dagirker, 4 welatî ji gundên Gûrda û Aşka Rojhilat ên Cindirêsê revandine.
Kesên hatine revandin Fewzî Şêx Mihemed (23), Ebdo Subhî Yûsif (34) ên ji gundê Gûrda, Necîb Ciwan Şêxo (29) û Reşîd Îsmaîl Hemîd (25) ê ji gundê Aşka Rojhilat in.
Çavkaniyan diyar kir ku kesên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.
a Zêrevanî kiriye, me nekarî xwe bigihînin agahiyan.
ANHA/ŞEHBA