MÎT’a Tirk 2 kes revandin

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:21

Hate zanîn ku dewleta Tirk nêzî hefteyekê li Efrînê 2 kes revandin. Hate zanîn ku dewleta Tirk beriya 6 rojan welatiyê bi navê Arif Mihemed Gedlo (52) û Mihemed Farûq Gedlo (58) ji malên wan ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin. Lê agahiyên derbarê aqûbeta wan de nehatin bidestxistin. Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî li dijî xelkê ya revandin, desteserkirina mal û milkan, kuştin, tecawîzkirin û hwd dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.