Yek revandin yek birîndar kirin

Şemî 28 Îlon 2024 - 00:53

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand leşkerên Tirk ên li ser sînor gule li zarokek li kampên gundê Zof ê rojavayê Idlibê reşand û birîndar kir. SOHR, diyar kir ku zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve leşkerên Tirk ên li ser sînor 14 sivîl qetil kirine û 2 jê zarok 29 sivîl birîndar kirin. Li Efrînê jî ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, li gorî çavkaniyan çeteyên "Polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker pêr kesê bi navê Rêzan Mihemed Nûrî yê 49 salî revandin.

Çavkaniyan, diyar kir ku Rêzan Mihemed Nûrî ji navçeya Mabata ye, ji mala xwe ya li kolana Kwafêrat a nêzî nexweşxenaya Cîhan a li bajarê Efrînê hat revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.