Cezayê rexneya li PDK’ê 6 sal

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:42

Mamoste Loqman Necim Becîd ku ji ber rexne li PDK'ê kir hate revandin, bi heman hincetê tê darizandin û daxwaz tê kirin ku bi 6 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Mamosteyê dibistana amadeyî Loqman Necim Becîd li bajarokê Sidêkan ê navçeya Soran a Hewlêrê roja 23.11.2023ê ji aliyê hêzên çekdar ên PDKê ve hat revandin. Hate hînbûn ku mamosteyê bavê 3 zarokan ku bi mehan agahî jê nayê girtin, ji ber rexne li siyaset û rayedarên PDK'ê kiriye, hatiye revandin. Malbata wî ya ku bi hêviya di demeke nêz de bê berdan her tim bêdeng mabû, banga alîkariyê kir.

Îdîanameya ku ji aliyê dadgehên PDK'ê ve hatiye amadekirin, tijî îdiayên bêbingeh e. Di îdianameyê de îdiaya ku wî alîkarî daye PKK’ê jî heye. Dadgeha PDK'ê ji bo Loqman Necim Becîd ku ji karê mamostatiyê hatiye dûrxistin daxwaza cezayê herî kêm 6 sal zîndanê kir. Rûniştina doza mamoste Loqman Necim Becîd wê di 25'ê Tebaxê de bê dîtin. Mamoste Loqman Necim Becîd di salên borî de ji ber ku beşdarî xwepêşandanan bû û pirsgirêkên mamostayan anîn ziman du caran ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibû girtin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.