CPJ’ê banga ‘çalakiya lezgîn’ li NY’yê kir

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:15

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û MENA Rights Group(MRG) bang li Komîteya Nebedîkirina bi Kotekî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo rojnamevan Silêman Ehmed bilez tevbigere.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe de ragihand ku di 12’ê Nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a MENA, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed were eşkerekirin.

Hate destnîşankirin ku Rojnamevan Silêman piştî serdana malbata xwe li Suriyeyê kir û vegera Başûrê Kurdistanê hate girtin û ji wê demê de desthilatdaran cih û tometa ku ‘ger hebe’ li ser aşkare nekirine.

Malbat û parêzerên Silêman Ehmed ji bo hevdîtinê û girtina agahiyan gelek caran serlêdan kirine, lê PDK rê nade.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.