PDK’ê disa rojnamevan revandin

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:22

Li gel bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ku hewl dide hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike, niha jî PDK rê li her rojnamevan û welatiyekê digire ku dagirkeriyê belge bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de tîmeke rojnamevanî ya dezgeha çapemeniyê Zoom ku ji nûçegihan Hejîn Fetah, kameramanê wê û ajokarê wesayîta wan pêk dihat, dema ku tevgera dagirkirina navçeya  bajarê Amêdiyê dişopand ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Di vê derbarê de dezgeha çapemeniyê Zoom ragihand ku, asayîşa PDK’ê tîmeke rojnamevanên kanala wan bi tawana ragihandina dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê li Amêdiyê binçav kir. Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan jî di vê derbarê de got:“Destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan dirêj e, lê destê wan ji kujer û berpirsên gendel re kurte.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.