Dadgeh ne serbixwe ne

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:34

Rojnamevan Cotyar Qadir di derbarê karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê û binpêkirinên beramberî rojnamevanan tê kirin de axivî. Rojnamevan Cotyar Qadir di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku azadiya raman li Herêma Kurdistanê li du beşan cuda dibe û wiha got:“Li Silêmaniyê heta radeyekê azadiya raman û rojnamevaniyê başe. Lê li beşa din a deverên di bin destilata PDK’ê de azadiya raman tê astengkirin. Wek mînak Serdeşt Osman di rêya azadiya raman de şehîd bû. Hinek propaganda li ser tê kirin, lê azadiya çapemeniyê bi xwe re aniye, kariye bi awayekî azad biaxive û peyama xwe bide. Heta dadgehên Herêmê serbixwe nebin, girtin û revandina rojnamevanan wê berdewam bike.”

Cotyar Qadir bal bire ser revandina Rojnamevan Silêman Ehmed û got:“Mixabin ji dema Silêman Ehmed li deriyê pêşxabûr hate girtin ve agahî jê nayê girtin. Divê dadgeh bi zelalî biryarê bide ku bi belge îspat bike rojnamevan vê tiştê kiriye. Dema kesek were girtin heta ew sûc li ser de neyê îspatkirin, mafê wî heye ku parêzer bigire da ku parastina wî bike. Bandorek mezin a dewleta Tirk a faşîst li ser girtin û revandina rojnamevanan heye.”

Cotyar Qadir herî dawî ragihand ku li seranserê cîhanê yasayek bi navê yasaya rojnamevaniyê heye û got:“Pêwîste dadgehek hebe ku rojnamevan lê werin darizandin, nabe ku her dadgerek ku di vî warî de ne şareza be, li ser rojnamevanan biryar bide. Divê li Kurdistanê yasa serwer be.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.