Civîna Tehranê li dijî DYE’yê bû

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Ji civîna yekê û vir ve, bi milyonan mirov hatin penaberkirin, bi hezaran mirov hatin kuştin. 

REWŞAN DENIZ

Civîna sêalî ya di navbera serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokkomarê Îranê Ibrahîm Reisî û serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan roja salvegera Şoreşa Rojava, yanî 19’ê Tîrmehê li Tehranê bi rê ve çû. Ev her sê dewletên mêhtinger û yek ji wan li Sûrî jî dagirker e, li Tehranê dewra 7’an a civînên Astanayê yên li ser çarenûsa Sûriyê bi rê ve birin. 

Ji civîna yekê û vir ve, bi milyonan mirov hatin penaberkirin, bi hezaran mirov hatin kuştin. Lê di civîna doh de nûnerekî tenê jî ji Sûriyê nebû. Gelo roja civînê jî ji bo peyamdayînê bû, belkî em bi essehî pê nizanibin. Lê em bi tiştekî dizanin: Encamên civînê nîşan didin ku her sê alî jî li ser wê yekê li hev dikin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) rûreş bikin. Her sê dewlet êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûrî jî şermezar dikin. Hem jî di wextekî de ku Îsraîl bi qedrê Rûsyayê dizane û nahêle sîstemên wê yên sîlehan bifiroşin Ukraynayê. Dewleta Tirk jî hîna nû ji nû ve bi Îsraîlê re bûn hevaldoşkên hev ên herê baş.

Her kes li defa xwe dixe     

Beriya civîna sêalî, hema piştî civîna bi Erdogan re Xamaney da zanîn ku ew li dijî êrişeke li dijî Bakurê Sûriyê ye.

Erdogan di civînê de jî xwestiye ji “fêmkirina fikarên” Tirkiyeyê û wêdetir, destûra wî û êrişê bê dayîn. Wî gotiye, pêdiviya dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya kesî nîne û ew ê şerê xwe li dijî “rêxistinên terorîst” dewam bike. Yanî jixwe şerm jî pê re nîne ku her roj du roj di deverên wê dagirkirî de serekçete û “terorîstên” navneteweyî tên kuştin. 

Pûtîn û Reîsî jî di heman civînê de got, ew li dijî destwerdanên ji derve ne. Ew eşkere çêl li DYE û Îsraîlê dikin helbet. Bi ya wan, ev civînên di formata Astana de ji bo kêmkirina şidetê li Sûrî û nexasim jî li Idlibê bikêrhatî ne. 

Tirkiyê da dûv Rûsya û Îranê

Herçî daxuyaniya hevpar bû, her sê serokdewletên destwerdêr û dagirker bang dikin ji bo şerê li dijî “her awayê” terorîzmê, lê di heman demê de ew her hewldana bi navê “şerê li dijî terorîzmê”  avakirina “rastiyên nû” jî li cihê cih red dikin.

Axir di daxuyaniya hevpar de wan êrişên Îsraîlê yên li ser erda Sûrî weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî û yekerebûna erda Sûriyê bi nav kir û ew rûreş kirin. Wan her wiha hercezakirin û ferzkirina mueyîdeyan a yekalî ya li dijî Sûriyê red kir. Wan ji Neteweyên Yekbûyî jî xwest ku alîkariyê bêyî siyasîkirina wê, bike. Ev her çar xalên di daxuyaniya hevpar de jî nîşan didin ku aliyan li ser dijberiya Îsraîl û DYE´yê li hev kiriye. Yanî yan dewleta Tirk jî jixwe meyldarê dijminahiya li wan e, yan jî di civîna li Tehranê de Tirkiyeyê xwe ber bi ava Rûsya û Îranê de berdaye. Encamên wê yên siyasî û leşkerî wê çawa bin, ev jî wê di pêvajoya li pêşiya me de diyar bibe. Lê nîşaneke eşkere ya destûrdayîna dewleta Tirk a ji bo êrişeke li dijî Rêveberiya Xweser hîna xuya nake.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.