4 hezar û 561 zarok girtî ne
În 7 Mijdar 2025 - 03:45

- Li gorî rapora Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Cezayên Înfazê (CÎSST) li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 420 hezar mirov girtî ne.
Li gorî rapora CîSSTê li 402 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 420 hezar û 904 mirov girtî ne. Tevî ku kapasîteya van girtîgehan 304 hezar û 964 mirov in jî, li gorî kapasîteyê, 116 hezar û 18 girtî zêdeyî kapasîteyê di girtîgehê de girtî ne. Li gorî rapora CîSSTê rêjeya tijebûnê li girtîgehan sedî 138 e. Li gorî raporê 357 hezar û 646 girtî cezayê wan hatiye êrêkirin. 63 hezar û 258 mirov jî li gel darizandina wan didome, bêyî ku ceza xwaribin, bêceza tên girtin.
Kal, pîr, jin û zarok girtî ne
Li gorî daneyan 4 hezar û 561 zarok ên temenê wan di navbera 12-18 salî de girtî ne. Dîsa li gorî raporê ji kesên hatine girtin, 19 hezar û 290 jin in. 434 zarok di navbera 1-3 salî û 388 zarok jî 4-6 salî ne. Ji girtiyan 6 hezar û 543 kes jî temenê wan zêdetirî 65 salî ne. Di rapora CÎSSTê de tê destnîşankirin ku girtîgehên Tirkiyeyê ji kapasîteya xwe ya heyî gelekî zêdetir dixebitin û ev tijebûna zêde şert û mercên jiyana girtiyan dijwar dike û ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike.
Palana 11 girtîgehên nû
Di çarçoveya projeyên Wezareta Dadê yên sala 2025an de ji bilî ku 11 girtîgehên nû bên lêkirin dê kapasiteya girtîgehên heyî jî were zêdekirin. Li gorî projeya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, di serê sala 2025an de hat plankirin ku 11 girtîgehên nû bên avakirin. Tê pêşbînîkirin ku ji bo temamkirina projeyan heta dawiya sala 2027an bi giştî 23 milyar û 585 milyon lîre bên xerckirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, têkildarî muameleya xerab, îşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Endamên platformê di daxuyaniyê de pankarta “Tecrît sûcê mirovahiyê ye, divê girtîgehên mîna bîrê (kuyu tipi) bên girtin” vekirin. Nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
51 girtîgehên Tîpa Y û S’yê
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn jî diyar kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh, ji sala 2021an vir ve, bi tevahî 51 girtîgehên cûreyên nû bi navên “Saziya Cezayê ya Tîpa S”, “Saziya Cezayê ya Tîpa Y” û “Saziya Cezayê ya Ewlekariya Bilind” hatine vekirin. Li gorî daneyên dawî, 22 girtîgehên cûreya Y, 22 girtîgehên ewlehiya bilind û 7 girtîgehên cûreya S hatine vekirin.
XWEBÛN/ZAFER VEŞÎN












