Armanca meşa Kolnê wekhevî ye

În 14 Mijdar 2025 - 03:35

Berdevka TJE-K'yê Ayten Kaplan da zanîn ku meşa Kolnê ya bi hezaran kes tevli bûye, îfadeya îradeya pêvajoya civaka demokratîk e û got: “Bêdengî didome. Divê ev bê şikandin. Armanca meşê wekhevî û hevdîtina bi serokatiyê re ye.”

Di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bi tevlibûneke mezin meş pêk hat û piştgiriya ji bo pêvajoyê û bangên ji bo Tirkiyeyê carek din hat dubarekirin. Meş bi daxwaza "Xwedîderketina pêvajoyê û avakirina şertên wekhev" pêk hat.

Hevberdevka Tevgera Jinên Kurdistan-Ewrupa (TJE-K) Ayten Kaplan, der barê meşê de axivî.

Ayten Kaplan balkişand ser meşa li Kolnê pêk hatiye û wiha vegot: “Bi banga serokatiyê ya 17’ê Sibatê re pêvajoyek nû dest pê kir. Me hewcedarî bi vê meşê dît. Tevgera Azadiya Kurd gelek gav avêtin. Ji bo aştiyê gavên girîng hatin avêtin. PKK’ê çek şewitand, xwe fesh kir. Ev gavên mezin bûn. Konseya Ewropayê salek din da Tirkiyeyê. Me vê pêvajoyê de li ber Konseya Ewropayê çalakî kir. Me got divê mafê hêviyê pêk bê. Bêdengî didome. Divê ev bê şikandin. Armanca meşê wekhevî û hevdîtina bi serokatiyê re ye.”

Ayten Kaplan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha ji bo evqas kampanya û xebatan tu bersiv nehatiye dayîn. Lê me got em dixwazin bi serokatiya xwe re hevdîtinê bikin û me name nivîsîn û serlêdan kirin. Lê bersivek nehat. Em niha ji bo 25’ê Mijarê xwe amade dikin. Em di pêvajoyek pir girîng de ne. Di serî de jin berpirsryariyek mezin dikeve ser milê gelê me.”

JINNEWS/ENQERE/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.