Beşdariya xurt destê Ocalan xurt dike

Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:00

Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya bi navê "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka kurd" de, dê di 8'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Almanyayê bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo" meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Di meş û mîtîngê de dê azadiya fizîkî ya Rêber APO û pêkanîna biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were xwestin. Parlamenterê berê yê HDP’ê Ziya Pîr ku beşdarî xebatên mîtîngê bû, xebat û amadekariyên ji bo mîtîngê tên kirin nirxandin. Pîr bal kişand ser girîngiya mîtîng û meşa ku wê  di 8'ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin û got:"Armanca mîtîngê ew e ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka kurd were misogerkirin. Dema ku pêvajo dest pê kir, em hemû bi baldarî nêzîk bûn. Ev nêzîkatiya bi baldarî berdewam dike. Di nêzîkî salekê de, aliyê kurd gavên girîng û wêrek avêtine, wek fesixkirina rêxistinê û vekişîna gerîlayan. Lêbelê, dewletê beramberî vê tu gav neavêtiye. Dewlet, ji gotina 'Em ber bi armanca Tirkiyeyeke bê teror ve diçin' wêdetir neçûye. Li meclisê komîsyonek hatiye avakirin. Komîsyon bi tevahî 16 civîn li dar xistine û guh daye sazî û hin kesan." 

Pêvajo ji bo gelan fersendek e 

Pîr destnîşan kir ku aştî ji bo gelê Tirkiyeyê derfetek e û got:"Tê gotin ku di hefteyên pêş de dê rapor bên amadekirin. Di vî warî de, nêrîn û bangawaziya birêz Ozgur Ozel ji bo derdora wî baş e. Wî daxuyaniyên piştgiriya pêvajoya aştiyê dan. Wekî din, welatî der barê pêvajoyê de di rola 'temaşevanan' de dimînin. Mîtînga me ya 8'ê Mijdarê derfeteke baş e ku em ji vê rola temaşevaniyê derkevin û bibin hevkarê pêvajoyê. Ji ber vê yekê, em her kesî vedixwînin Kolnê. Her kesê ku girîngiyê dide aştiyê divê were û ne tenê wekî temaşevan an alîgir, wekî aliyekî vê pêvajoyê beşdar dibe û rolekê bigire. Divê gelê me li wir bêje, 'Ez jî heme.'" 

Di nava çar dîwaran de muzakere nabe 

Pîr, di çarçoveya mîtîngê de bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber APO û got:"Birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Rapor û hevdîtin ji derve tên ragihandin, lê divê ew azadtir be û karibe pêwendiyê bi derve re deyne. Bi vî rengî, ew dikare danûstandinan çêtir û zûtir birêve bibe. Muxatabên me hem Tirkiye û hem jî desthilat û civakên welatên ku em lê ne. Em ji civaka Tirkiyeyê re dibêjin, 'Em li aliyê aştiyê ne, divê hûn jî li aliyê aştiyê bin.' Mîtîngeke bihêz dê destên birêz Ocalan û DEM Partiyê xurt bike." Pîr da zanîn ku di mîtîngê de wê doza azadiya fizîkî ya Rêber APO bê kirin û bal kişand ser gavên ku PKK'ê avêtine. Pîr destnîşan kir ku banga wan ji bo Ewropayê ew e ku PKK'ê ji lîsteya xwe derxin û wê wekî muxatab esas bigirin û got:"Divê mîtîng û meşa îsal ji yên salên borî xurttir be. Ez bang li her kesî dikim. Roja şemiyê werin em doza mafên xwe bikin. Em ê mîtîngê di nava du piran de çêbikin. Em wan her du piran bihejînin." 

MA/OMER ÎBRAHÎMOGLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.