Meş tevlîbûna li banga Rêbertî ye

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 02:45

Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) Kerem Gok ji ANF'ê re li ser wate û armanca meş û mîtînga 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê axivî.

Kerem Gok diyar kir ku azadiya Rêber Apo jiyanî ye; ji bo gelê Kurd, ji bo pêkhatina aştî û civaka demokratîk gelekî girîng e û got:"Di sala 2023'an de bi navê 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' pêngavek hate destpêkirin. Ev pêngav ji aliyê derdorên ne Kurd li 74 navendên li 5 parzemînan ve hate destpêkirin. Di konjonktura heyî de bersivek li hemberî wan derdoran bû ku hewl dide pirsgirêkê bi rê û rêbazên zordariyê çareser bikin. Çavkaniya motîvasyonê ya pêngavê jî paradîgmaya Rêber Apo bû. Heta niha di çarçoveya pêngavê de me li Kolnê 2 meş lidar xistin. Herdu meş jî gelekî bi heybet bûn. Bi van meşan hem ji saziyên Ewropî re hem jî ji dewletên dagirker re peyam hate dayin; hem jî tabloyeke welê derkete holê ku gelê me û gelên din, reng û çandên din gihîştin hev.

Me dît bê paradîgmaya Rêber Apo çawa enternasyonal dibe û kîjan sînoran derbas dike. Girîngiya meşa îsal ji yên din cuda ye. Hem girîng e, hem jî acîl e. Di meşên beriya niha de me digot, 'Bila tecrîd bişikê' tecrîd heta astekê şikest. Bi vê meşê re em dibêjin êdî bes e: Divê Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve. Ji ber ku em Rêber Apo weke nûnerê 60 milyon Kurdî dibînin. Ragirtina nûnerê 60 milyon Kurdî li nava çar dîwaran antî demokratîk e; binpêkirina mafên gelê Kurd e. Rêber Apo divê bi lez bê berdan. Her saet, her deqe, her kêliya ku Rêber Apo li wir tê ragirtin ji bo demokrasiyê windahiyek e. Ji ber vê jî em dibêjin divê Rêber Apo tavilê ji Îmraliyê derkeve û sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin. Rêber Apo rêyên diyalog û dîplomasiyê daniye pêşiya me; zemînek ava kiriye. Tevlîbûna li vê meşê di heman demê de tevlîbûna li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê ya Rêbertî ye. Lewma meşa îsal ji meşên salên derbasbûyî cuda û girîngtir e. Ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd çarenûsê diyar dike. Nêzîkatiya çareserî û diyalogê ya di şexsê Kurdistanê de wê bandorê li meseleyên din jî bike. Tevlîbûna li meşê tê wateya tevlîbûna li banga Rêbertî. Di vê astê de gaveke girîng, jiyanî û dîrokî ye."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.