‘Çerx’a generalên piçûk dê her bigere

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:05

  • Apê Mûsa (Mûsa Anter) 20’ê Îlona 1992’yan li Amedê bi destê JÎTEM’ê hatibû qetilkirin. Piştî şehadeta Apê Mûsa bi sedan kesî da pey şopa wî û xebatên çapameniya azad meşandin.

FAHRETTÎN KILIÇ - EYLEM AKDAG - MA/AMED

Apê Mûsa (Mûsa Anter) 20’ê Îlona 1992’yan li Amedê bi destê JÎTEM’ê hatibû qetilkirin. Piştî şehadeta Apê Mûsa bi sedan kesî da pey şopa wî û xebatên çapameniya azad meşandin. Ji bo dewamkirina vê rêûresmê di salên 1990'î yên herî dijwar de gelek zarokan rojname belavkirin û navê "Genaralên Piçûk ên Apê Mûsa" li wan hat kirin. Ji Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, derhêner Metîn Ewr, bi kurtefilmeke bi navê "Çerx" bal bire ser zextên ku di salên 1990'î de li "Genaralên Piçûk ên Apê Mûsa" hatine kirin. Film wê ji mihrîcanên filman re bê şandin û li ser gelek platforman bê nîşandan. 

Ewr, têkildarî filmê dibêje, cihê zilm û dagirkerî lê hebe, berxwedan jî heye: “Xebatkarên rojnameyê ji bo rastiyan ragihînin gel, gelek berdêl dan. Keda zarokên belavkar ên generalên biçûk zêde bû. Min jî di sala 2000´î de belavkariya Azadiya Welat kir û di rêveberiya wê de jî cih girt. Belkî weke salên 1990’î nebû, lê zext heman zext bûn. Dîsa belavkarên me dihatin revandin, gef li wan dihatin xwarin, dihatin girtin. Ev rewş îro jî ne guheriye. Îro jî bi dehan xebatkarên rojname û ajansê dîl hatine girtin. Dîsa doz li wan tên vekirin, êşkence heye. Ev rewş xwe dubare dike. Heta ku dagirkerî neqede wê ev rewş jî bidome.”

Metîn Ewr, qala çîroka navê filma xwe "Çerx" jî dike: “Ji ber ku çerx timî digere. Yan jî ev kar, pergal. Mesele tu li rojnameyê dinêrî, bi salan e ewqas astengî hene, tê girtin, cezakirin, tehdîtkirin, bombekirin lê dîsa jî bi vîneke xurt didome. Ya duyem, di film de jî gelek çerx hene. Wexta rojname tê çapkirin di çerxekê re derbas dibe. Zarokên belavkar yek tableyê digerîne çerxeke wê heye. Yek bisiklêtê çêdike, çerxeke wê heye. Yanî ev çerx wê her bigere.”

‘Min nexwest ji rastiyê veqetînim’ 

Ewr dibêje, beriya senaryoya filmê binivisîne bi du kesan re yên ku di salên 1990’î de belavkarî kirine, axiviye: “Ez bi du zarokên wê demê re axivîm. Yek jê Zafer bû. Min di filmê de jî navê wî bi kar anî. Min navê zarok, xebatkar û nûçegihanên ku hatine qetilkirin bi zanebûn bi kar anîn. Ji bilî Hebûn û Bawer karakterên di filmê de navên rastî ne. Min derbarê wan de lêkolîn jî kir.

Pirtûk û meqaleyên derbarê wan de derketibûn tev xwendin û ez bi xwe jî ne dûr bûm. Çîrok hinek bi vî rengî bû. Min nexwest ez ji rastiyê veqetînim.” 

Metîn Ewr dide zanîn ku bi qedandinê re wan dest bi şandina filmê ya ji bo mihrîcanan kiriye: "Em ê filma xwe bêhtir bişînin mihrîcanên navneteweyî. Ji qada navneteweyî vegerên erênî ji me re tên. Ji mihrîcanên ku me miracaetî wan kir, 4 li me vegeriyan. Yek Mihrîcana Parîsê ye, yek ya Nîjeryayê ye yek jî ya Emerîkayê ye. Yek jî ya Filmên Kurdî ya Hamburgê ye. Pêvajoya miracaetan baş diçe. Dema pêvajoya mihrîcanan bi dawî bû, em ê filmê bi raya giştî re jî parve bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.