Astengiya li pêş vegerê dewleta Tirk e
Duşem 10 Mijdar 2025 - 03:25

Hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsayê destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya vegera 100 hezar koçberan, hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li bajar û gundên wan e.
Hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsa Sebrî Nebo der barê astengiya li pêşiya vegera koçberên Girê Spî li herêmên xwe de, axivî. Sebrî Nebo bi bîr xist ku di encama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ku di dawiya 2019’an de dest pê kiribûn, zêdetirî sed hezar şêniyên Girê Spî ji cih û warên xwe bûn. Sebrî Nebo diyar kir ku koçberan berê xwe daye Reqa, Tebqa û gundewarên wê, di rewşên zehmet de dimînin. Her wiha da anî ziman ku nêzî 7 hezar koçber li kampa Girê Spî hene ku Rêveberiya Xweser di 22’ê Mijdara 2019’an de ava kiribû. Nebo diyar kir ku astengiya herî mezin li pêşiya vegera koçberan bo malên xwe, hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li wir û kontrola çeteyan a li ser çavkaniyên xelkê li wir e, di heman demê de rojane binpêkirinên revandin, kuştin û talankirina milkan li wan herêman têne kirin. Nebo binpêkirinên ku di 5 rojên dawîn de li Girê Spî hatine kirin bi bîr xistin û got:"Çekdarên nenas ku cilên leşkerî li xwe kiribûn êrişî rêveberê dibistana Sebax mamoste Cuma El Hisên kirin. Şêniyê bi navê Hail El Cûdiyê yê ji eşîra El Bû Esaf a bajarokê Silûkê ji mala wî hat revandin û cenazeyê wî hat dîtin. Şêniyan diyar kir çeteyên ji koma Siqûr El Suna ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Haîl qetil kir." Sebrî Nebo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana 10’ê Adarê ya ku fermandarê giştî yê QSD’ê û hikumeta veguhêz de ku bendek jê vegera koçberan e û got:"Heya vê kêliyê ev bend nehatiye pêkanîn. Hê jî baregehên Tirkiye û çeteyên wê gendeliyê li Girê Spî belav dikin." Sebrî Nebo di dawiya axaftina xwe de got “heya Tirkên dagirker û çeteyên wê li wir bin, wê vegera ewle nebe”.
ANHA/EYN ÎSA














