Hunermend ji Rojava vegeriyan

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Sibat 2026 - 01:15

Hunermend Diyar Dersim, Hozan Şemdîn, Luqman Selîm, Rênas Zey û gelek rojnamevan piştî vegera xwe ji Rojavayê Kurdistanê gihiştin Başûr û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hunermend Diyar Dersim axivî û got:“Êriş û planeke mezin û hovane li dijî Rojava pêk hat. Lê belê, bi ruhê fedakar yê şervanan, jinên azad û berxwedana gel, plan têk çû û dersek dîrokî ji dijmin re hate dayîn. Xeterî bi temamî bidawî nebûye, divê her kes bi çavên vekirî razên, ji ber ku dijmin ranaze. Em bang dikin ku berxwedana gel berdewam bike. Armanca vê koma hunermendan ew e ku bêjin Kurd yekin. Ji ber ku hunermend dikarin ji siyasetmedaran bêhtir bigihijin dilê gel.” Hunermend Luqman Selim jî axivî û got:“Me hunermendan peyama berxwedana parçeyên din yên Kurdistanê gihand Rojava. Ev piştgiriya Kurdan, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, bû sedem ku cîhan li ser mijara Rojava baxive û piştgiriyê bide berxwedana ku li wir tê lidarxistin.”

Hozan Şemdîn jî du sedemên sereke yên navnetewîbûna vê berxwedanê destnîşan kir û got:“Ya yekem, Kurdan di navbera xwe de sînor nehiştin. Medyayê hişyariya zêdetir di nav gel de zêde kir, ku berxwedana Rojava kir mijarek girîng a cîhanî, rola girîng a medyayê û yekîtiya gelê Kurd tekez kir.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.