Cenaze hişt û çû

În 4 Mijdar 2022 - 00:31

  • HPG´ê da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker di konsepta  bikaranîna çekên kîmyewî ya sîstematîk israr dike. Çavkaniyên ji nava HPG´ê wekî din da zanîn ku artêşa Tir a dagirker cenazeyê leşkerekî xwe piştî êrişekê li pey xwe hiştiye û reviye.

HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî didomîne û got “Artêşa Tirk a dagirker di 2’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û 12 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir.” Wekî din çavkaniyên HPG´ê dan zanîn ku artêşa dagirker li Girê FM di dema êrişekê de cenazeyê leşkerekî li dûv xwe hiştiye û reviye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ku ji roja destpêkirina operasyonên dagirkeriyê pêvajoyeke berxwedanê ya dîrokî daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker tevî derfetên xwe hemûyan nekarî berxwedana hêzên me yên bi îradeya Apoyî û biryardariya bilind bişikîne. Artêşa Tirk a dagirker bi rêbazên dijmirovahî hewl dide bigihîje armanca xwe. Tevî ku sûcên wan ên şer ên dermirovahiyê hatine îspatkirin û belgekirin jî, artêşa Tirk konsepta bikaranîna çekên kîmyewî ya sîstematîk bênavber didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker di 2’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û 12 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di heman demê de 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kir.

Di encama çalakiyên hêzên me de; dagirkerek hate cezakirin û pergaleke kameraya mobesse hate rûxandin."

HPG´ê ji bo çalakiyên gerîlayan got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, roja 2’ê Mijdarê saet 03:10’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dagirker ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Roja 2’ê Mijdarê saet 07:00’an de, sîstema kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedana Sîda bi cih kiribû, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hate rûxandin.”

 

Sûcên şer weke berê dewam dike

Ji bo êrişên bi sîlehên qedexekirî jî HPG´ê ev agahî dan: “Roja 2’ê Mijdarê saet di navbera 06:30 û 11:00’an de û saet di navbera 14:30-18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanyê ya Çemçoyê 11 caran û çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Dumanên jehrîn ên ji çekên kîmyewî derdiketin jî, bi aspiratoran ve ber bi çeperên şer ve hatin şandin.

Di 2’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê Sîdayê carekê, çeperên şer ên Şehîd Felat jî 13 caran bi bombeyên qedexekirî yên giran hatin bombekirin.”

 

Gerîlayan cenazeyekî dijminan desteser kir 

Li aliyê din çavkaniyên ji nava HPG´ê ji ANF´ê re gotin, gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Metînayê gelek leşker ceza kirine. Gerîlayan cenazeyê leşkerekî desteser kiriye.

Li gorî heman agahiyên çavkaniyên HPG’ê dema ku dagirkeran hewl daye bi bombeyên qedexe êrişî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ya li Metînayê bikin, gerîlayan derb li hêzên dagirker dane.

Gelek dagirker di vê çalakiyê de hatine cezakirin. Cenazeyê leşkerekî tevî alavên wî yên leşkerî jî hatine desteserkirin. Çav li rê ye HPG li ser çalakiyê îro daxuyaniyê bide.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.