Li Zanîngeha Mainzê ya li paytexta eyaleta Rheinland-Pfalzê, komeleya Xwendekarên Kurd a zanîngehê bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî, 17’ê Gulanê panelek li dar xist. Di panelê de mamosteyê Kurdî li dibistanên Rheinland-Pfalzê Îlyas Îsen û Kurdolog Dr. Lokman Turgut weke qiseker hazir bûn. Ji bilî xwendekarên zanîngehê, gelek Kurdên deverê jî bi zarokên xwe amade bûn.
Di axaftina destpêkirinê ya Xwendekarên Kurd de hat gotin, “Em dixwazin li zanîngeha me ziman û çanda Kurdî zindî be û ji bo vê em hewl didin. Ziman jî ji esasên çandê ye. Zimanê ku tê peyivîn zindî û heye. Ziman, nasname û berxwedan e. Her kes lazim e xwedî li zimanê xwe derkeve.”
Li Kurdistanê rewş çi ye?
Mamosteyê zimanê Kurdî Îlyas Îsen, piştî ku bi kurtî agahî li ser zimanê Kurdî dan, got, li Tirkiyeyê ji sala 2012an ve zimanê Kurdî li dibistanan weke dersa hilbijarî hebe jî, hem bi perwerde û wezîfedarnekirina mamosteyan û hem jî li dibistanan bi zehmetiyên li pêşiya hilbijartina dersê ew tê astanegkirin. Îsen bi bîrxist ku piştî Şoreşa Rojava bi 3 salan sala 2015’an perwerdeya li Rojava bi temamî ji bo Kurdan bûye bi Kurdî. Wî bi bîr xist ku ji mêj li Başûrê Kurdistanê Kurdî zimanê perwerdeyê ye û li Îranê jî heta niha fermî li dibistanan ti ders nayê dayîn, tevî ku li hin zanîngehan beşên Lêkolînên Kurdî hene.
Îsen bi bîr xist ku li Ermenistanê ji sala 1929’an ve hewldanên alfabe û çêkirina meteryalên ji bo xwendina li dibistanan hene, li Swêdê ji sala 1976’an ve dersa Kurdî li dibistanan dikare weke zimanê dayikê were hilbijartin û li Elmanyayê jî ji sala 1993’yan ve pêşî li eyaleta NRW’ê weke dersa ku zarok dikarin weke zimanê welatê xwe hilbijêrin, dersên Kurdî li dibistanan hene. Wî herî dawî got, “Heger zimenek ne zimanê perwerdeyê be, nabe ku em li bendê bin ku ew ziman bi pêş bikeve.”
Ya ku sedema cejnê ye berxwedan e
Kurdolog Dr. Lokman Turgut jî bal bire ser sedemên pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî û ew di peywenda qirkirinê û berxwedanan li dijî qirkirinê de bi cih kir. Wî weke kuştina zimên (Lînguîsîd) yan jî asîmîlasyon binavkirina siyaseta ziman a dewleta Tirk li dijî Kurdan, kêm û di warê hiqûqa navneteweyî de şaş nirxand û got, "Ya ku dewleta Tirk kiriye, li gorî Xala 2’yê ya Peymana Pêşîgirtina li Qirkirinê ya sala 1948’an a Neteweyên Yekbûyî, qirkirin e." Turgut, siyaseta ziman a dewleta Tirk di çarçoveya qirkirinê de li sê beşên weke, serdema şideta fizîkî (1925-1938), serdema tinehesibandinê (1938-1991) û serdema piçûkdîtinê û astengkirina xuyakirinê (ji 1991’ê heta îro) dabeş kir û got, ev siyaseta qirkirinê îro jî bi armanca tinekirina Kurdan dewam dike. Turgut, îşaret bi berxwedana Kurdan li hemberî vê zilmê kir û got di çarçoveya vê berxwedanê de sala 2006an bi minaqeşyên di nava TZP’a Kurdî de fikra Cejna Zimanê Kurdî derketiye holê û esas ya ku tê pîrozkirin berxwedana li hemberî qirkirinê ye. Turgut bal bire ser siyaseta Elmanya ya ziman jî û got, ji bo kêmxuyakirina Kurdî û ji bo ku Kurdî kêmtir derfetan ji çavkaniyên giştî wergire, Elmanya gelekî hewl dide.
MAINZ