Kurdî rêya rast e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 18 Sibat 2025 - 00:28

  • Helbestkar Ednan Dogan diyar kir ku piştî nivîsandina wî ya bi kurdî, ew pê hisiyaye ku hestên wî yên bi nivîsa kurdî hîn hestewartir û bibandortir bûne û got:" Min zanîbû bi nivîsandina kurdî ez ketibûm rêyeke rast. Loma jî min bi kurdî dewam kir."

ROZA METÎNA / AMED

Helbestkar Ednan Dogan ê bal bir ser çîroka xwe ya nivîsandinê qala girîngiya ziman û wêjeya kurdî her wiha têkoşîna ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî kir. Ednan Dogan got: "Wêje şahidiya jiyana civaka ye û vê şahidiyê bi hin têbinî û nivîsan, yan jî bi devkî radestî neslên dahatû dike. Di vê geşt û geryanê de jiyana civakê tîne ziman. Dema vê yekê dike jî, ji veguhestina civakê re dibe alîkar."

Ednan Dogan di destpêkê de bal bir ser çîroka xwe ya nivîsandinê û wiha got:"Min di destpêkê de bi helbestê dest bi nivîsandinê kir. Çîroka min a li ser nivisandin a helbestê, heke ziman bibe mijara sereke, ku di wêjeyê de û nexasim di helbestê de ziman mijara sereke ye, min bi zimanê tirkî dest pê kir. Min helbest dinivisand, lê min nizanîbû pîvanên nivîsandina helbestê çi ne. Min li gora xwe bi kêş û kafiye dinivîsand. Lê hevdengî, çi ye, newesazî, kite û kitebendî, kite ji kîjan dengan çêdibin, kiteyên kin û yên dirêj kîjan in min nizanîbû. Pêlik çi ne, paş pêlik û pêş pêlik çi ne jî, min nizanîbû. Min tîpên bi deng û yên bêdeng zanîbûn, lê ji bo hevdengiyê çi pêwist e, min zêde nizanîbû. Her çiqasî, li gora ez niha li wan helbestan dinêrim û lawaz jî be, hevdengiyekê dibînim, lê ew ne ji hostatî û zanebûna min bû. Lihevhatineke xweber bû, ev jî hêjayî gotinêye. Ji aliyê hestan ve, piştî nivîsandina min a bi kurdî, ez pê hisiyam ku hestên min ên bi nivîsa kurdî hîn hestewartir û bibandortir bûn û her çiqasî zimanê min lawaz jî bû, zimanê min bû û min zanîbû bi nivîsandina kurdî ez ketibûm rêyeke rast. Ji loma jî min bi kurdî berdewam kir."

Helbest huner e 

Ednan Dogan têkildarî berhemên xwe û naverokên wan wiha got: "Heta niha du berhemên min derketine. Yek bi navê Çavên Zeytûnî û ya duyem jî bi navê Tenteros. Helbet di van her du berheman de jî bûyer, qewam û rastiya welatê min heye. Ji ber bingeha helbestê ew e ku helbestvan şewqa fikra civak û dinyayê ye. Helbest hunereke bi awayekî ciwan peydakirina peyvan û bi van peyvan avakirina şikla ye. Di helbestê de giringiyeke esasî jî ew e ku peyv bi awayekî baş û balkêş werin bikaranîn. Ji bo vê jî zanebûna naskirina peyvan û peywendiya di navbera peyvan de gelekî girîng e. Min jî di helbestên xwe de xwestiye bi vî awayî tev bigerim. Bûyer, qewam, êş, azar û heke 'hebe' kêf û şahiyên li der dora xwe bînim ziman. Lê hatiye gotin ku dinya tev a helbestvan e. Dema min ev kiriye, hin helbest bi awayekî klasîk û hin jî modern nivisîye." 

Neyar dixwaze wêje devkî bimîne

Ednan Dogan girîngiya zimanê kurdî û wêjeya kurdî wiha  nirxandin: "Heke edebiyat qada ragihandinê be, ziman, vê ragihandinê bi erka xwe ya hunerî  tîne cîh. Ji bo vê ragihandinê jî amûr ziman e. Her wusa ev herduk jî hevdû bipêş dixin. Pêşketina ziman bi pêşketina wêjeyê ve girêdayiye. Wêje ziman û ziman jî wêjeyê ji gel re radigihîne. Dema ku wêjevan ziman bi kar tîne, wêjevan wî ji nû ve hildiberîne û ziman  dewlemend dike. Zimanê pêşveçûyî asoyên nû ji hostayên edebiyatê re vedike. Neteweyên bê wêje û wêjeya xwediyê zimanekî lawaz hin bi hin têk diçin û dihelin. Dema ev herdûk pîrozî û girîngî yên netewî lawaz ketin û têk çûn netewe jî wirde wirde tine dibe. Ji loma jî neyarên gelên bindest naxwazin ziman û wêjeya gelên bindest bikevin fermiyetê. Dixwazin wêje devkî bimîne. Wêjeya devkî bi demê re yan tê guhertin û yan jî wenda dibe. Piştî qonaxekê dikare bibe malê neteweyên serdest. Serdest dixwazin ziman jî, ji bo axaftina rojane were bikar anîn. Di vî halî de ziman jî lawaz dibe û têk diçe."

Bi zarokan re bi kurdî biaxivin

Ednan Dogan bal bir ser pêwistiyên ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî û wiha pê de çû:"Li gora min êdî gerek zimanê kurdî li her cih û warên kurd lê dijîn, were bikaranîn. Li nav malan, li kolan û kuçeyan ji bilî kurdî qet neyê axaftin. Dibistan a herî girîng mal e. Heke zarok paşeroja me ne, em li her qadê bi zarokan re bi kurdî biaxivin. Îroj  li gelek derên cîhanê sazî û dezgahên kurdan hene, karin xabatên li ser ziman û wêjeyê bi awayekî akedemîkî bidomînin. Li du beşên Kurdistanê, Başûr û Rojava xebatên li ser wêje û ziman hîn zêdetir bibin."

Wêje û ziman mîna cêwiyan in

Ednan Dogan têkiliya di navbera wêje û ziman de wiha şîrove kir:"Wêje û ziman mîna cêwiyan e, cêwiyên di her qadê de pêşketina netewan esas digirin.  Zimanekî dewlemend wêjeya qewîn diefirêne û wêjeya qewîn jî ziman dewlemendtir dike û agahdariyên rasteqîn ji gel re radigihîne. Nasnameya netewan zimanê wan e. Netewên zimanê wan lawaz be, wêjeya wan jî lawaz dibe û bi tinebûnê re rû birû dimînin. Ji loma jî ji bo berdewamiya gelan herduk du hîmên bingehîn ên berdewamiya jiyanê ne. Weke du baskên firindeyekî ne, ji bo qonaxên dûr gerek herduk hebin û qewîn bin ji bo bikaribin ber bi asoyên hîn bilindtir ve bifirin."

Ziman hebûna netewan e

Ednan Dogan têkildarî bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê wiha got:"Wêje şahidiya jiyana civaka ye û vê şahidiyê bi hin têbinî û nivîsan, yan jî bi devkî radestî neslên dahatû dike. Di vê geşt û geryanê de jiyana civakê tîne ziman. Dema vê yekê dike jî, ji veguhestina civakê re dibe alîkar. Ji civakê re dibe mînak û bi vê mînaktiya xwe civakê bi awayekî pozîtîv bipêş dixe. Di jiyana civakî de, rênîşandêr e. Dema vê dike bi ziman dike. Bi alîkariya ziman; wêje, dîrok û çanda xwe derdixîne holê û radestî pêşerojê dike. Ji bo kes bibin xwediyê zihnekî civakî, perwerde dike û loma jî ziman di nav netewan de saziya herî bilind e. Ziman hebûna netewan bixwe ye."

Gerek li her qadê bi kurdî bê axaftin

Ednan Dogan derbarê têkoşîna ji bo ziman û wejêya kurdî jî got: "Ji bo pêşketina ziman gerek li her qada jiyanê bi kurdî bê axaftin. Wêjevanên kurd gerek teqez bi kurdî binivîsin. Îroj îmkan û derfet ji her carê zêdetir in, lê metirsîn jî heye. Medya civakî dikare roleke erênî û her wiha neyênî jî bilîze. Sazî û dezgahên kurdan li her qadê gerek ji bo pêşxistina ziman di nav hewldanan de bin. Lêkolîn û lêgerîn ji bo berhevkirina wêjeyê bê kirin. Nerîna min a şexsî, gerek ji bo kurdan alfebeyek hevbeş were destnîşankirin û ew alfebe li her aliyê Kurdistan û di nav temamê kurdan de were bikaranîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.