Ji bo pîrozbahiyên 21’ê Sibatê du panel

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Sibat 2025 - 00:34

Ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi hevkariya Meclîsana Jinan a Peyasê û Gerînedetiya Polîtîkayên Jinan bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê” li Pirtûkxaneya Jinan ya li Parka 75an panelek wê li dar bixe.

Di heman rojê de Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASEDê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê dê panel û dîwana dengbêjan li dar bixe.

Bernameya wiha ye:

Di 18ê Sibatê de, seat 14:00 li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê”, bi moderatoriya Dîlan Guvenç, wek axaftvan û panelîst Nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî beşdar dibe.

Di 18ê Sibatê de, seat 17:30 li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî dê panel û şevbuhêrka dengbêjan bê lidarxistin. Bi dirûşma “Deng û Dîwan”, bi moderatoriya Bêrîvan Matyar, wek axaftvan û panelîst Weysî Varlî û Serwet Denîz beşdar dibe. Di heman demê de dîwana dengbêjan jî bi beşdariya dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî li dar dikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.