Roja ziman li Silêmanî hat pîrozkirin

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Sibat 2025 - 00:50

Li Zanîngeha Silêmaniyê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê bi çalakiyan hat pîrozkirin. Di çalakiyan de îşaret bi giringiya parastina zimanê Kurdî û dewlemendkirina ziman hat kirin.

Çalakiyê bi amadebûna serokê zanîngehê, mamosta û xwendekarên zanîngehê destpê kir. Piştre Serokê Beşa Zimanê Kurdî Dr. Şaxewan Celal axivî û got: “Îro em ji bo pîrozkirina zimanê dayîkê li vê derê kom bûne. Li cîhanê de armanca diyarkirina vê rojê hişyarî û giringiya parastina wan zimanên ku bi tinebûnê re rû bi rû mane ye.”

Piştre pirtûkên taybet li ser zimanê Kurdî pêşkêşî beşdarvanan hatin kirin. Di pîrozbahiyê de berhemên bi dest hatine çêkirin hatin nîşandan.

Di heman çarçoveyê de panelek jî li ser erdnîgarî, nasname, çand û ziman hat dayîn. Piştre xelata rêzgirtinê pêşkêşî mamosta û karmendên xwebexş ên zanîngehê hatin kirin.

Di dawiyê de jî Hunermend Bokan Hewramî çend sitranek pêşkêş kir û çalakî bi dawî bû.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.