Têkoşîna zimanê kurdî
Çarşem 19 Sibat 2025 - 03:05
- Ji berê heta niha zextên li ser kurdî di perwerde, siyaset û jiyana rojane de berdewam in. Qedexeyên ku bi Komarê re sîstematîk bûn, bi darbeya 1980’yî girantir bûn û piştî sala 2015’an dîsa zêde bûn. Tevî hemû zextan jî Kurd ji bo zimanê xwe yê zikmakî zindî bihêlin têkoşîna xwe didomînin.
Pirsgirêka Kurd û zextên li ser zimanê Kurdî li Tirkiyeyê weke pirsgirêkeke çaresernebûyî ya ku ji serdema Împaratoriya Osmanî heta roja me ya îro bi guhertina polîtîkayan pêk hatiye. Polîtîkayên tirkkirinê yên ku dewletê di çerçoveya nêzîkatiya netew-dewletê de dimeşîne, hema bêje ne mimkûn bû ku kurd nasnameya xwe di qada giştî de îfade bikin. Lê tevî van hemû zextan jî Kurd ji bo parastina zimanê xwe yê zikmakî û nasnameya xwe ya çandî bi kampanya, însiyatîfa ziman, têkoşîna siyasî û berxwedana hebûna xwe domandin.
Polîtîkayên bişaftinê
Gelê kurd ji roja destpêkirina Komara Tirkiyeyê heta niha, ji bo parastina hebûn û zimanê xwe li dijî zext û qedexeyan têdikoşin. Bi xala 41’emîn a Plana Isleheta Şerqê ya di 25’ê îlona 1925’an ve zimanê kurdî hate qedexekirin û biryara cezakirina kesên li şaredarî, saziyên dewletê, sûk û kolanan diaxivin bên cezakirin. Di 1’ê mijdara 1928’an de jî bi “Înqilaba tîpan” re zimanên din ên derveyî tirkî hatin sansurkirin û bi cezayên pereyan hatin astengkirin.
Parastina ziman
Di navbera salên 1970-1980’ê de hinek saziyên kurd di dema darizandinê de parastina xwe bi kurdî kirin. Di salên 1990’î de di darizandinên siyasî yên Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) de, herî dawî di Dadgeha bi Rayeya Taybet ên cemaetê de girtî xwedî li parastina bi kurdî derketin. Her wiha di sala 2009'an di encama “Operasyona KCK’ê” de bi hezaran kes hatin girtin û girtiyan xwestin li dadgehê bi zimanê kurdî parastina xwe bikin.
Kamber Ateş tu çawayî
Yek ji mînakên ku di hîşê kurdan de mayê diyaloga Kamber Ateş û dayika wî Îpek Ateş e. Kamber Ateş ê li Girtîgeha Mamakê cezayê îdamê lê hat birîn, hîn dibe ku dê dayika wî di şert û mercên giran ên tecrîdê yên sala 1983'yan de were serdana wî. Dayika Îpek Ateş a ku berê ji bajarê xwe derneketiye, ji bilî kurdî bi tu zimanî nizane. Lê belê, ji ber ku di girtîgehê de tenê destûr heye ku bi tirkî biaxive, di rê de hevokek jî ezber dike: "Kamber Ateş, tu çawa yî?"...
Perwerdeya bi kurdî
Sazî û dezgehên ziman bi salane li dijî zext û polîtikayên pişaftinê têkoşînê didin. Di sala 2001’ê de li gelek zanîngehên Tirkiyeyê ji bo “Perwerdeya bi zimanê dayikê” îmze hatin komkirin. Gelemperiya xwendekarên îmze avêtibûn ji zanîngehê hatin derxistin. Qismekî wan jî hatin girtin. Bi demê xebatên bi vî rengî berdewam kirin. Di sala 2013, 2020'î de jî bi heman daxwazî kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin. Herî dawiyê jî di 22’yê sibata 2021’ê li Amedê bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.
Bangewaziya saziyên kurdî
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê ya Îzmîrê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê ya Sêrtê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê ya Semsûrê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê ya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê a Amedê, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ya Wanê, Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîra Şirnexê, Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê ya Enqere û Kovara Destar, ligel her cûreyên zext û astengiyan xebatên xwe didomînin, dibêjin zimanê kurdî rûmet, hebûn û nasnameya kurd e, kiryarên li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku zimanê kurdî wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdehiyê û li her qada jiyanê serbest azad be, çapemenî û weşana bi kurdî ji her milî ve serbest û azad be.
Destûra bingehîn
Tevî van hemû kampanyayan jî helwesta dewletê ya li hemberî kurdî neguheriye. Daxwazên ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê hatin redkirin, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bi destûra bingehîn nehate garantîkirin û zextên hiqûqî, siyasî û çandî yên li ser kurdî berdewam kirin. Lê Kurd ji bo parastina zimanê xwe yê zikmakî têkoşîna xwe ya takekesî û rêxistinî didomînin. Îro gelek rêxistinên sivîl, akademîsyen û aktîvîst xebatên xwe didomînin ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bibe xwedî statûya fermî û bi azadî di qada giştî de bê bikaranîn. Ger zextên li ser zimanê kurdî neyên rakirin û mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî li gorî destûra bingehîn neyê garantîkirin, wê pêvajoya tinebûna zimanê kurdî bileztir bibe.
JINNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN