Zimanê Kurdî li ber devê şûr e
Çarşem 19 Sibat 2025 - 03:20
- Bi dehan partî, tevgerên jinan, saziyên civaka sivîl û saziyên zimanê Kurdî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, îşaret bi girîngiya azadiya Rêber APO kirin û gotin: Şikandina tecrîda li ser Rêber APO, şikandina tecrîda li ser zimanê Kurdî ye.
Partiyên siyasî, tevgerên jinan, saziyên civaka sivîl û komeleyên zimanê Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, bi rasthatina Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de wiha tê gotin:’’Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye, zimanê kurdî jî zimanekî herî qedîm û binirx ê mirovahiyê ye. Lê sed heyf û mixabin kurd jî, kurdî jî hê ne xwedî statuyekê ne, perwerdehiya bi kurdî hê jî pêk nehatiye. Berovajî, zimanê kurdî hê jî ji gelek aliyan ve tê qedexekirin, rastî zext û êrişan tê, hê jî bi awayên cuda di dorpêça pişaftin, helandin û tunekirinê de li ber devê şûr û xencerê ye. Dewleta Tirk a nîjadperest a ku li gor netewedewleta tirkîtiyê, ango li gor yek ziman, yek netewe û yek çandê hatiye avakirin tirkperestiyê dispêre gelê kurd û hemû gelên din. Bêguman ev nêzîkatiya desthilatdariya Dewleta Tirk a niha ya ji bo zimanê kurdî rasterast bi nêzîkatiya hemû nirxên kurdan re têkildar e. Hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hev in.
Azadiya Ocalan azadiya ziman e
Mînaka vê ya herî şênber tecrîda li ser rêzdar Abdullah OCALAN e; ku rêzdar Abdullah OCALAN ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze; ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Rêzdar OCALAN di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne; bi taybetî jî hewl dide ku ji bo pergaleke demokratik ku zimanê kurdî û hemû zimanên din bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê hewl dide. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah OCALAN de, di heman demê de tecrîda li ser zimanê kurdî, gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê ye. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya kurdî û Kurdistanê ye. Dîsa li ser bingeheke azadîparêzî û demokratîk, têkoşîna ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêzdar Abdullah OCALAN e. Herwiha ji ber ku li Rojava jî zimanê kurdî û hemû zimanên din xwedî statu ne û perwedehiya bi zimanê kurdî û hemû zimanên din heye rastî êrişên mezin tê. Ji ber vê yekê parastina şoreşa Rojava di heman demê de parastina zimanê kurdî û hemû zimanên din e. Li ser bingeha vê rastiyê, ji bo azadî û aştiyeke birûmet a hemû gelan û hemû zimanan, em her dem û li her derê têkoşîna xwe ya azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah OCALAN û parastina şoreşa Rojava berdewam bikin, xurtir bikin. Daxwazên me yên statuya ji bo neteweya kurd û statuya ji bo zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî xeta me ya sor û jêneger e, ji bo me mijara man û nemanê ye.
Her deverê bikin Kurdîgeh
Li ser vê bingehê; di navbera 17ê sibatê û 21ê sibatê de, em ê bi diruşma ‘Ji bo Kurdî Statu û Perwerdeya Bi Kurdî”, ji Colemêrgê heta Edîrneyê, li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bername û çalakiyên cuda, têkoşîna ji bo kurdî bilindtir û berfirehtir bikin. Em bang li hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, derdorên azadîparêz, demokratîk û aştîxwaz û bi taybetî jî bang û gazî li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku; bi bîr, bawerî û hişmendiya neteweya demokratîk têkoşîna xwe ya ji bo azadî, serbestî, statu û perwedeya bi kurdî, bi giyanê seferberiyê li her derê Kurdistanê û li her derê cîhanê yê ku kurdek lê dijî bilindtir û berfirehtir bikin; her mal, gund, mezra, tax, kolan û jîngehekê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, bikin kurdîgeh.
Saziyên ku daxuyaniyê didin:
- Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê - Partiya DEMê
- Partiya Herêmên Demokratîk - DBP
- Tevgera Jinên Azad - TJA
- Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk
- Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
- Komeleya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî- KURDÎGEH - Wan
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
- Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Erdîş
- Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
- Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
- Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA – Enqere
- Komeleya Zimanê Kurdî - CUDÎ-DER- Silopiya
- Komeleya Ziman û Wêjeyê MEDYA-DER - Tetwan
- Kovara Destar – Amed
NAVENDA NÛÇEYAN