Zikreşî û çavsoriya ji bo Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Sibat 2025 - 00:18

Kurdish Monitoring di rapora xwe de diyar kiriye ku li Tirkiyeyê di sala 2024an de mafê bikaranîna zimanê Kurdî 109 caran hate binpêkirin.

Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî) derbarê binpêkirinên mafê bikaranîna zimanê Kurdî yên di sala 2024an de raporeke berfireh weşand.

Li gorî raporê, li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna zimanê Kurdî hat binpêkirin. Kurdish Monitoring ev binpêkirin di bin sernavên qada civakî, çand û huner, medya û girtîgehan de kom kirine. Kurdish Monitoring, diyar kiriye ku 109 bûyerên binpêkirinê beşeke ji binpêkirinan e ku jê zêdetir di jiyana rojane de pêk tên lê rengî fermî nayên tomarkirin an jî di çapemeniyê de nayên belavkirin.

Li gorî rapora navborî, herî zêde li qada civakî Kurdî hate qedexe û astengkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li Parlamentoyê dengê parlamenterên bi Kurdî diaxivîn hate birîn, li şaredariyan tabelayên bi Kurdî hatin daxistin, îşaretên trafîkê yên bi Kurdî ji ser cadeyan jê hatin birin, li dibistan û nexweşxaneyan daxwaza xizmetguzarî û perwerdeya bi Kurdî nehate pejirandin, kesên li ber stranên Kurdî govend gerandin hatin girtin. Di vê beşa binpêkirinan de 153 bûyer pêk hatine.

Çand û Huner

Gelek konser hatin qedexekirin û sansur pêk hat. Raporê diyar kiriye ku 27 bûyer di beşa çand û hunerê de pêk hatine. Walîtiyan bêyî ku hincetekê nîşan bidin şano û konserên Kurdî qedexe kirin. Bi taybet şanoya bi navê ‘Qral û Travîs’ li çar bajaran hat qedexekirin, stranbêj Helîm Arslan û Azad Bedran hatin binçavkirin. Her wiha hesabên medyaya civakî yên stranbêj Rotînda hatin girtin. Li gel van tiştan konserên gelek hunermendan di nava salê de hatin qedexekirin.

Li girtîgehan binpêkirin dewam dike

Kurdish Monitoringê bal kişandiye ser binpêkirinên li girtîgehan jî pêk tên û 18 bûyer tomar kiriye. Li gorî raporê girtiyên ku bi zimanê dayikê xwestine peywendiyê bi malbatên xwe re deynin hatin astengkirin, kesên stranên Kurdî stran hatin cezakirin û dest danîn ser pirtûkên bi Kurdî. Her weha ji bo pirtûk û nameyên bi Kurdî daxwaza pereyê wergeriyê ji girtiyan hate kirin. Girtî nikarin rojname û kovarên bi Kurdî bi dest bixin.

Medya: Azadiya çapemeniyê û sansura dijîtal

Di qada medyayê de 11 bûyerên binpêkirinê hatin tespîtkirin. Rojname û ajansên weşana xwe bi Kurdî dikin hatin astengkirin, Rojnameya Xwebûn, JinNews û Ajansa Mezopotamya bûn hedef. Li gel vî tiştî 120 pirtûk, kovar û rojnameyên bi Kurdî an jî derbarê Kurdan de hatin qedexekirin. Platforma Xê jî gelek caran hesabên van saziyên medyayê yên bi Kurdî weşanê dikin, asteng kirin.

Derbarê Kurdish Monitoringê

Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî), platformeke serbixwe ya çavdêrî û rapornivîsînê ye ku binpêkirinên li Tirkiyeyê li dijî bikaranîna ziman û çanda Kurdî pêk tên dişopîne. Kurdish Monitoringê di sala 2025an de dest bi karên xwe kiriye û dixwaze derbarê mijarê de raya binpêkirinan tomar bike û vê yekê bi raya giştî ya navneteweyî re parve bike. Platform dixwaze van binpêkirinan bişopîne û wan bi rêk û pêk weke raporan biweşîne.

Berfirehiya raporê wiha ye:

Kurdish Monitoring 2024 Kurd

AW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.