‘Kurdî mifteya azadiyê ye’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 17 Sibat 2025 - 00:35

Konseya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayikê yê Navneteweyî” qebûl kir. “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” ji sala 2000an û vir ve her sal di 21ê Sibatê de tê pîrozkirin. Li gorî “Atlasa Zimanên Di Tehlûkeyê” ya ku di Adara 2013an de ji aliyê UNESCOyê ve hat weşandin û sala 2008an weke “Sala Zimanên Navneteweyî” hat îlankirin, li cîhanê ji sedî 40î, 7 kesên di bin 10 salî de yan jî 2 kesên di bin 50 salî de di bin xetereyê de ne. Di sala 1950î de, hejmara zimanên cîhanê 230 bû. Li Tirkiyeyê 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Di nav van zimanan de zaravayê kurdî kirmanckî jî heye.

Dewletên neteweperest her tim yekzimanî esas girtine û hewldane derveyî zimanê fermî yê neteweyê serwer, hemû zimanên din asîmîle bikin. Li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku ji damezrandina Komarê vir ve tên meşandin, li pêşiya pêşketina zimanê kurdî astengiyên mezin derdixin. Têkoşîna kurdan a bi salan a li dijî polîtîkayên îmha û înkarê, heta îro rê li ber tunekirina ziman û çanda Kurdî girtiye. Bi wesîleya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê, rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyeyê (MED-DER) Yasir Orak û aktivîstê zimanê kurdî Rifat Ronî axivîn.

‘Em li zimanê xwe xwedî derkevin’

Endamê rêveberiya MED-DERê Yasîr Orak diyar kir ku ziman ji bo civakan û gelan pir girîng e. Her netewe bi zimanê xwe heye û got: “Zimanê kurdî zimanekî kevn û dewlemend e. Lê mixabin ji ber ku statuya kurdû Kurdistanê tuneye, zimanê kurdî ji hêla dewletên li ser Kurdistanê serdest in ve tê bişaftin. Li bakûr jî ev sed sal in Dewleta Tirk li ser zimanê kurdî polîtîkayên înkar, îmha û bişaftinê dimeşîne. Ev sed salin hewldidin ku Kurdan bikin Tirk. Ne tenê li ser Kurdan li ser hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn van polîtîkayan dimeşînin. Lê gelê Kurdçand û zimanê xwe bi awayekî parastiye û heta roja îro hatiye. Lê îro bi pêşketina teknolojiyê re xetereya li ser zimanê me zêdetir bûye. Îro pêwistî bi axaftin, nivîsandin û perwerdehiya bi zimanê kurdî heye. ji ber vê divê em di mijara ziman de pir baldar bin. Em li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Kampanyayên dewletê yên qirêj

Yasîr Orak da zanîn ku ziman bi jinê destpê dike û dema jin werin bişaftin zarok jî zimanekî biyanî tên mezinkirin û got: “dewlet li ser dayîk û jinên Kurdcur bi cur kampanyayên fêrkirina zimanê Tirkî dide meşandin. Dewlet li ser bişaftinê pir baş disekine û pir baş xebatên xwe dike. Pêwîst e ku em hemû di ferqa van polîtîkayan de bin. Li dijî van polîtîkayên dewletê yên qirêj li ser zimanê kurdî tên meşandin, divê em zimanê xwe biparêzin, zimanê xwe hîn bibin. Dewlet ji sed salan zêdetir e hewldide zimanê kurdî wek zimanê şermî, zimanekî paşverû bide nîşandan. Wekî ku kesê bi zimanê kurdî biaxive însanekî/e ne pêşketî ye, ne zana ye, dixwaze bi vî awayî bide nîşandan. Lê di rastiyê de tiştekî wisa nîn e. Ji ber vê yekê ez bang dikim ku hemû kesên Kurdji zimanê xwe şerm nekin, zimanê me têra hemû qadên zanistê dike, em dikarin di qadê de xwe bi zimanê xwe îfade bikin.”

 ‘Zimanê Kurdî mifteya azadiyê ye’

Mamosteyê zimanê Kurdî Rifat Ronî diyar kir ku ziman stûna bingehîn a netewebûnê ye û got: “Zimanê Kurdî mifteya azadiyê ye û nîşaneya statûya siyasî ya gele Kurd e. Ji bo vê jî divê gelê Kurd li her qada jiyanê, ji bo ku ev ziman bibe zimanê perwerdehiyê tekoşîna xwe gur û geş bike. Bi salan e gelê Kurd ji bo çand û zimanê xwe û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê gelek têkoşîn meşand. Heta niha ji aliyê dewletê ve gaveke wisa erênî kû gelê Kurd têr bike û ji daxwazên gelê Kurd re bibe bersiv nehatiye avêtin. Em dizanin ku di salên 2010-2012an de li zanîngehan beşên zimanê kurdî hatin vekirin, TRT 6 hate vekirin, her wiha dersên hilbijarî di rojevê de ne, lê vana hemû ji aliyê gelê Kurd ve wekî gevên ewiqandinê û çaresernekirina pirsgirêkê têne nirxandin. Daxwaza gelê Kurd ya sereke ewe ku zimanê kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”

Divê pêşengên dozê xwedî li ziman derkevin

Rifat Ronî da zanîn ku divê malbat zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin û bibin xwedî jiyaneke Kurdewar û wiha got: “Pêwist e siyasetmedarên Kurd, kes û keseyatên ku ji doza kurdî re pêşengtiyê dikin, ji parlementeran bigire heya şaredaran û kesên ku temsîla vîna gelê Kurd dikin di jiyana xwe de Zimanê Kurdî bikar bînin û xwedî derkevin. ji bo ku ji civakê re bibin mînak û model. Gava ku pêşengên dozê xwedî li çand û ziman derkevin, li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin wê gavê gel jî dê zêdetir lê xwedî derkeve. Ji bo wê jî em dibêjin gere hemû siyasetmedarên Kurd li malê, li kûçe û kolanê, li sûk û bazarê, li nexweşxaneyê, li dadgeh û dibistanê li hemû qadên jiyanê; bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn. Gava ku em bi vî awayî nêzik bibin, em dikarin bêjin ku em ê zûtir bigihêjin daxwaz û armancên xwe.”

Pêwîst e gelê Kurd biryarên radîkal bigre

Rifat Ronî balkişand ser mînakên cihanê yên têkoşîna ji bo ziman û got: “Pêwist e gelê Kurd ji bo çand û zimanê xwe biryarên radîqal bigire. Gelê Berberî heye, di sala 1995an de li hemberî rayedarên Dewleta Cezayîrê çalakiyeke bi nave “Tûrikê Dibistanê” lidarxist. Ji pêşdibistanê heya zaningehê zarokan salekî dibistan boykot kir. Di encama vê çalakiyê de Dewleta Cezayîrê neçar ma zimanê gelê Berberî kir zimanê perwerdehiyê. Gelê Kurdjî heta niha ji bo çand û zimanê xwe gelek berdêlên giran dane. Gelek kes ji bo ku li çand û zimanê xwe xwedî derketiye ketine zindanan, ji kar hatine avêtin, hatine kuştin. Ji bo wê jî pêwîstî bi biryarên radîkal heye. ji ber ku ziman û çand nirxên gelekî yên bingehîn in pêwîst e gelê Kurd zêdetir ji ziman û çanda xwe xwedî derkeve.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.