Çavbirçîtî û felaketên xwezayî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:53

  • Şêwekarê Bolîvyayî Marcelo Suaznabar bi resmên xwe yên tevlîhev, absûrd û surreal balê dibe ser çavbirçîtî û felaketên xwezayî. Ew ji bo van xebatên xwe dibêje; “Ez li bersivan digerim û paşê jî li ser van bersivan hûr dibim. Pêdivî pê dibînim ku hin tiştan rave bikim…” 

Marcelo Suaznabar hunermendekî Bolîvyayî ye. Marcelo di sala 1970’an de li bajarê Oruro yê ku bi madena xwe navdar e hatiye dinyayê. Wî ji piçûkatî ve ji xêzkirinê hez kiriye û bi teşwîqên apê xwe yê wênegir dest bi çêkirina resman kiriye. Nexasim jî resmên wî yên bi boyaxa avî, pastel û qelemên rengîn navdar û xweşik in. Balal Marcelo ji piçûkatî ve çûye ser rengan jî û bi wextê re ruh û maneya rengan kifş dike. Di sala 1992’an de li bajarê Şîlî yê Santiagoyê di “Zanîngeha Katolîk” de kursên hunerê dibîne û bi vî awayî hunerê xwe pêş dixe.

Marcelo Suazanbar di xebatên xwe de bêhtir balê dibe ser “alegori” û “dîdaktîzm”ê. Yanî ew bêhtir li ser van babetan hûr dibe û ji şêwekarên weke Hieronymus Bosch, Salvador Dalî, Remedîes Varo û Frîda Kahlo ên surraealîst îlhamê digire. Huner an jî xêzkirina resman ji bo wî ji armancê bêhtir alavak e, alaveke ku pê çavbirçîtî û felaketên hawirdorê rave dike. Felaketên ku ruhê insanan jî tengezar dikin û wan dixin tengasiyê. Di zarokatiya xwe de ji mûcîzeyên olî gelek hez kiriye û di resmên xwe de temayên weke “dojeh”ê yên ku di Încîlê de cih digirin bikartîne. Yanî ew bi her awayî ji wê çanda ku tê de mezin bûye sûd werdigire û ji bo hunera xwe dike malzemeyên kêrhatî. Her wiha afrîde û cinawirên ku sêwirandine jî dîsa parçeyekê vê çandê ne û ew bi van sêwirandinên xwe yên bakêş behsa dinya, dojeh û bihiştê dike. Bi xêzên xwe sînorên di navbera wan de şirove dike.

Tevlîhevî, absûrdî û surrealîzm

Xebatên Marcelo yên destpêkê di bin tesîra babetên olî de bûn. Nexasim jî di bin tesîra şêwekarên kolonyolîst ên weke Holguin û Bernardo Bitti de mabû. Lê piştî demekê bi hêza rengan hesiya û baştir ji rengan têgihîşt. Bi vî awayî wî zimanekî resen ji bo hunera xwe ava kir. Ew bi saya reng û xêzan li zarokatiya xwe ya Bolîvyayê vegeriya û menzereyên deşa Altiplano bêhtir bala wî birin ser xwe. Di resmên Marcelo de tevlîhevî, absûrdî û surrealîzm li pêş in. Ji bo ew xewn û xeyalên xwe jibîr neke di nav jiyana rojane de qelem û defter ji destên wî kêm nabin û her xêz dike fantaziyên di serê xwe de. Her wiha ew bi awayekî eşkere nîşan dide ku hunera wî li hember pirsgirêk û felekatên hawirdorê ne jî. 

Li bersivan digerim

Marcelo bi van resmên xwe peyaman jî dide insanan û her resmekî wî weke çalakiyeke piçûk e. Ji bo xelk li xweza, hawirdor û dinyayê xwedî derkevin rêbazeke balkêş bikartîne. Ew bi estetîk û sembolîzmeke herêmî tevdigere û berhemên xwe li babetên gerdûnû û hevpar ên mirovahiyê disêwirîne ango hildiberîne. Marcelo ji bo xebatên xwe dibêje; “Ez li bersivan digerim û paşê jî li ser van bersivan hûr dibim. Pêdivî pê dibînim ku hin tiştan rave bikim…lê divê ez fikr û vizyona xwe bi zimanê rengan şirove bikim. Di figûrên min de sembolîzma jiyan, mirin, wext, hawirdor û tevlîheviya serê insan heye. Ez bi van sembolan hewl didim balê bibim ser çavbirçîtî û felekatên xwezayî yên ku diqewimin û her wiha yên ku ew ê di siberojê de jî biqewimin.”

Hin xebatên Marcelo Suaznabar ên folklorîk ji hêla UNESCO’yê ve weke berhemên bi hêz hatine nîşandan û ev berhem dîsa ji hêla UNESCO’yê ve di bin banê “Mîrateyên mirovahiyê yên devkî yên ne şênber” de tên parastin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.