Jin wênesazî û şanoyê pêş dixin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Tebax 2025 - 00:45

HINDIYE EL-ŞÎBÎ / NÛJINHA / BÎNGAZÎ

Şano di temenê zarokatiyê de, ji bo jinên ciwan û zarokan tercubeyek pir xweş e. Lê belê pêwist e ev tecrubê hevseng be, di bin çavdêriya malbatê de bê kirin û ji bo zarokan û pêşketina wan guncav be yan jî zirar nede pêşeroja wan.

Lamîs Salîm el-Haraz a 13 salî ya di kadroya rêzefîlma "Hedrazî 12" li piraniya kanalên uyduyên herêmî yên li Bingaziyê tê weşandin de cih digre. Lamîs Salîm el- Haraz, di gelek sehneyên ku bi hunermend û lîstikvanên berê yên welat rol girt de, bi jêhatibûyîna xwe ya lîstikvaniyê  derket pêş. Jêhatibûna wê ya di rêzefîlmê de ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin tê. Lamîs Salîm el-Haraz ya xwendekara dibistana navîn e, bi saya piştgiriya malbata xwe di yek ji rêzefîlmên dram ên herî girîng a Lîbyayê de cih girt. Niha jî xwe amade dike ku beşdarî pêşbirka “pêşkêşvanên biçûk” ên demên pêş bê weşandin bibe. Lamîs Salîm el-Haraz, wiha dibêje:"Malbata min di pêşxistina jêhatiniyên min ên curbecur de bi taybetî lîstikvaniyê de gelek alîkar bû. Ez ji hunermendên pispor ên weke hunermend Feraj Abdel Kerîm, hunermend Milud el-Umrunî, Basma el-Atrash û Abîr el-Terhunî ya min perwerde kirin û alîkariya min kirin gelek tişt fêr bûm. Gelek caran ezmûnên min ên fînal û navînê bi dîroka kişandina film re hemwext bû. Ez li pişt kulîsê dersên xwe dixebitîm her wiha piştî rolên xwe jî li ser dersên xwe dixebitim.”

Divê piştgiriyê bidin ciwanan

Dayika Lamîs Salîm el-Haraz, Fethiye Muhammed a mamosteya Îngilîzî ye û zêdetirî 20 sal in li Bingaziyê dijî, wiha got:“Lamîs ruxmê temenê xwe ya biçûk teqlîdê zarok, malbat û hevalên xwe dikir. Di axaftinê de xwedî zimanekî herîkbar û xweşik bû. Dema min keça xwe bi xwe re dibir televîzyon an jî radyonên herêmî yên min li wan kar dikir, bêyî tirs û dudilî bi awayekî xweş di mîkrofonê de diaxivî. Dema ez diçûm ba hevalên xwe yên bi zimanên cuda diaxivîn, di axaftina wan de hinek peyvan jiber dikir, diaxivî û teqlîd dikir. Lewma min tevahî bala xwe da keça xwe û hewlda jêhatibûnên wê yên lîstikvaniyê bi pêş bixim.”

Malbata min piştgirî da min

Riyan Xelîl el-Barasî ya 16 salî ya xwendekara dibistana amadeyî bû wênesazek ciwan e. Riyan Xelîl el-Barasî, da zanîn ku di 9 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û got:’’Malbata min piştgirî da û min jêhatibûna xwe di asteke bilind de bi pêş xist. Malbata min, ji bo pêşxistin û mezinkirina jêhatibûnên min hemû tiştî dike. Hemû tabloyên min girîng in û xwedî hewayeke cuda ne. Tu wêne ji yên din girîngtir nîn e; ji ber ku her yek ji wan xwedî hûrgulî û estetîkên cuda ne. Ez rojên xwe baş plan dikim ku ji bo perwerdeya min astengî çênebe. Malbata min her dem piştgirî dide min.” Riyan Xelîl el-Barasî, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû zarok û jinên ciwan ên xwedî jêhatibûnên cuda kir ku ji bo pêşxistin û îfadekirina xwe fêrî wênesaziyê bibin û da zanîn ku wênesazî ji bo pêşketina kesane û pênasekirina fikir û raman gelek girîng e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.