Ji Awazê Çiya albûmeke nû; Dara Jiyanê

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Tebax 2025 - 03:00

Koma muzîkê ya gerîlayên Kurdistanê Awazê Çiya bi berhemên xwe yên bi navê ‘Destana PKK’ê, ARGK Rizgarî, Navê vê û Serîhildan cihê xwe di dilê bi milyonan mirovî de girt. K om ji ber ku karên xwe yên hunerî li nava şer dimeşîne, her wiha weke ‘Koma Şehîdan’ jî tê pênasekirin.

Di nava komê de Şehîd Delîla Meyaser, Zerdeşt Dersim, Devrîm Dîlok, Michael Panser, Zanîn Herekol, Şoreş Semsûr, Ronî Wan û Agir Serîhildan jî hebûn.

Koma ku bi mehan e li ser albûmeke nû dixebitî, amadekariyên xwe qedand û albûma xwe bi navê ‘Dara Jiyanê’ pêşkêşî muzîkhezan kir. Produktoriya albûmê ji aliyê Hunergeha Şehîd Zerdeşt ve hate kirin.

Albûm li malpera Youtube ya Med Hunerê hate weşandin. Awazê Çiya bi 10 berhemên nû derdikeve pêşberî muzîkhezan.

Klîpa ‘Dara Jiyanê’

Awazê Çiya ji bo berhema ‘Dara Jiyanê’ klîbek amade kir. Med Hunerê klîb li ser malpera xwe ya Youtubeyê parve kir. Muzîkhez li ser malperê hem dikarin li stranên albûmê guhdarî bikin hem jî li klîbê temaşe bikin.

Behsa şehîd û têkoşerên Kurdistanê dikin

Berhemên di albûmê de qala têkoşîna gerîla û berxwedana gel û zindanan û şehîdan dike. Mînak, berhema ‘Hevalno’ li ser hezkirin û hesreta hevrêtiyê ye.

Di berhema ‘Azê’ de qala şehîd Azê Erdal tê kirin. Ev strana Awazê Çiya bi vî rengî ye:

Bi ciwantiya te hejîya

Mejîyê wan nemerda

Tirs û xof da ser dîlê

Wan Xayîn û wan bêbexta 

Çil roj û çil şevên dirêj

Li dijî hişmendîya qirêj

Me şerkir şerekî bi hêz

Em bûn destana Ava Zê

Di berhema bi navê ‘Honê Ma’ de jî qala diyaloga dayikekê bi du ewladên xwe dike ku tevlî şoreşê bûn.

Berhema ‘Çîçek’ a di albûmê de li ser endama Konseya HPG’ê şehîd Çîçek Kûrtûlan e. Di berhema ‘Dara Jiyanê’ de jî qala Rêber Apo û berxwedana li zindanan tê kirin.

Awazê Çiya şehîdên TEV-ÇAND’ê Agir Serîhildan û Şervan Erkendî bi du berheman bi bîr tîne. Bi berhema ‘Hevalê Agir’ qala şehîd Agir Serîhildan, bi berhema ‘Rêwiyo’ jî qala şehîd Şervan Erkendî tê kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.