‘An azadî an azadî’

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Tebax 2025 - 01:55

Hunermendên Kolektîfa Hunera Azad a Ewrûpa ji bo salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê strana bi navê “An Azadî An Azadî” amade kir.  Gotin û Muzîka stranê ji aliyê Mûrat Yapiştiran ve hatiye çêkirin û Mîr Ednan jî aranjeya stranê çêkiriye.

Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewrûpa hunermendên wekî Bermal Çem, Bengî Agirî, Mûrat Yapiştiran, Sosin, Zozan Zûdem, Talat Yeşil, Şiyar Sîpan, Gulistan, Leyla, Talat Ekîncî û Ayda sirûda “An Azadî An Azadî” weke koroyê distrên.

Kolektîfa Hunera Azad a Ewrûpa daxuyand ku stran weke sirûd hatiye amadekirin û got, “Stran wê peyamê dide ku şerê çekdarî yê di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji bo Azadiyê hatiye destpêkirin, êdî di roja me de bi şêwazeke din dewam dike û heta azadiyê jî wê ev tekoşîn dewam bike.”

Klîb di Med Muzîk Tv û qenala wê ya YouTube Med Hunerê de kete weşanê.

Di lînka jêr de li klîbê dikare bê temaşekirin:

https://youtu.be/tIVi09bOaJc?si=oFwlXf4er-nxZmLQ

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.