‘Ez nikarim di tarîtiyê de bimînim’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Tebax 2025 - 00:15

Çekeke ku di lûleya wê de gul hene… ev wêneyê zarokê 13 salî Sidqî Nebo yê ji gundê Kîmar ê Şêrewaya Efrînê ye. Sidqî di temenê xwe yê biçûk de du caran koçber bûye. Niha jî li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê dijî.

Niha Sidqî di Zarhunera Havînê de, di beşa wêneyan de perwerdeyê dibîne.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Şanoya Çiya, Fonti De Paci di çarçoveya plansaziya xwe ya demsala havînê de ji bo zarokan bernameyeke hunerî daye destpêkirin. Zarhunera Havînê 1’ê Hezîranê dest pê kir û dê heta 16’ê Tebaxê bidome.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişî Efrînê kir, di 18’ê Adarê de Efrîn dagir kir. Di encamê de bi sedan kes hatin qetilkirin, birîndarkirin, revandin. Zêdetirî 400 hezar kesî jî ji Efrînê koçber bûn.

Çîroka dijwar a malbata Sidqî

Dema êrişên li ser Efrînê dest pê kir, Sidqî 5 salî bû. Li gel ku wê demê pir biçûk bû jî, hinek dimenên koçberiyê mane di bîra wî de. Sidqî dibêje, “Dema em ji gundê xwe derketin em çûn gundekî, em 20 kes li malekê radizan.” Dema ku malbata Sidqî (dayik, 2 bira û xwişkek) ji gundê xwe derketin, dayika Sidqî hinek penêr û nan bi xwe re derxistine. Sidqî li ser rê gelek zarokên birçî dîtine, dayika wî jî penêrê li gel xwe daye zarokan û ew dîmen maye li ber çavê wî. Bavê Sidqî li gund dimîne û hewl dide gundê xwe biparêze. Bav û malbat bi qasî 2 mehan hev winda dikin û xeberê ji hev nagirin.

Sidqî wiha qala gundê xwe dike: “Gundê me çiyayî bû û hewaya wê paqij bû. Hevalên min hebûn, niha ez nizanim li ku ne, her yek bi derekê de çû. Niha tenê hevalekî min li Qamişloyê ye.” Malbat derbasî Şehbayê dibe û demeke dirêj li Şehbayê dijî. Piştî Sidqî dibe 7 salî, hezkirina wî ya ji bo wênexêziyê çêdibe û li malê xwe bi xwe fêr dibe.

Koçberî, term û mirovên birçî

Di 27’ê Mijdara 2024’an de çekdarên Heyet Tehrîr El Şam Şehba kontrol kir. Lê çeteyên dewleta Tirk ên di nava HTŞ’ê de dîsa berê xwe da Kurdan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê Efrînê û Şehbayê biparêze, gel ji herêmê derxist û derbasî kantonên Firat û Cizîrê kir.  Vê carê jî Sidqî û malbata xwe bi gel re koçî bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê kir. Çekdarên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk dema ketin bajarên Sûriyeyê, gelek kesên girêdayî rejîma Esad qetil kirin. Sidqî dîsa koçberî, termê mirovan û mirovên birçî dibîne.

Aciziya xwe bi xêzkirinê derdibire

Wekî hemû zarokên di nava şer de, derûniya Sidqî jî ne baş dibe. Sidqî wiha dibêje: “Ez nikarim di tarîtiyê de bimînim, her tim serê min diêşe. Dema ez aciz dibim ez wêneyan xêz dikim.” Sidqî û 15 zarokên ji Efrînê di Zarhunera Havînê de fêrî hunerê dibin. Wêneyên ku Sidqî xêz dike, li ser aştî û berxwedanê ne. Yanî berxwedana ku şahidiya wê dike û daxwaza xwe ya aştiyê xêz dike. Bi firçeyên xwe hewl dide hestên xwe bîne ser ziman. Sidqî dibêje: “Ez dixwazim vegerim Efrînê, li gundê xwe binêrim. Li gundê me şikeftên dîrokî hene, dixwazim herim wir. Xwezaya gundê xwe xêz bikim, çiyayên bilind, ava xweşik, darên zeytûnê xêz bikim.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.