Li Silêmanî ‘Pêşangeha Dayik’ vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Tebax 2025 - 00:24

Piştî 24 salan, 6 hevalên wênesaz biryar dan ku pêşangehek ya wêneyan a bi navê “Pêşangeha Dayik” vekin ku têde 34 tabloyên rengîn nîşan dan.

Li Galeriya Emesûreke ya Silêmaniyê, yekemîn pêşangeha Koma Vangar ya binavê “Pêşangeha Dayik” hat vekirin ku têde 34 tabloyên rengîn nîşan dan. Li gorî hunermendan wênesaz yên pêşangeh vekirine dibêjin, tabloyên pêşangehê firînek bi baskên xeyalê di nav asîmanê dayikê de vedibêjin.

Rêvebere Koma Vangar Heval Berzencî di derbarê pêşangehê de wiha got: “Em şeş wênesazên ji Peymangeha Hunerên Bedew ya Silêmaniyê ne ku piştî 34 salan me hev dît û me biryar da ku vê pêşangehê bi navê ‘Dayik’ vekin. Naveroka hemû tabloyan li ser dayikê ye.”

Derbarê roj û saetên ku wê pêşangeh vekirî be jî Heval Berzencî wiha got; “Pêşangeha me dê sê rojan bidome. Ji saet 10:00-12:30 nîvro û ji saet 16:00-19:30 wê vekirî be.”

Tara Mehmûd ku yek ji hunermendên jin yên beşdarî beşdarî pêşangehê bûye, bi van gotinan hestên xwe yên derbarê pêşangehê anî ziman: “Ez bi çar tabloyên li ser dayikan beşdarî pêşangehê bûme. Ji ber ku dayik ji her tiştî girîngtirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.