Li Atolyeya Şehîd Delîla ya Wargeha Penaberana a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her sal bi tevlîbûn hejmarek zêde ya zarok û ciwanên Mexmûrê dewereyên perwerdeya wêne xêzkirinê didin destpêkirin, bi şahiyekê bi dawî bû.
Salona ku şahî lê hatî çêkirin bi wêne û tabolan hatibû xemilandin. Şahî bi tevlîbûna xwendevan û malbatan ya li navenda Atolyeya Şehîd Delîla bi deqeyekê rêzgitin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgitinê ji aliyê Mamosteya Wexfa Jinê ya wargehê Xurbet Îşlek ve axaftinek hat kirin.
Xurbet Îşlek di destpêka axaftinên xwe de xêrhatina hemû kesên amade kir û wiha peyîvî: “Wêneyên ku zarok li vê derê xêz dikin, wê di dema pêş de bibe huner û dengê civakê. Êriş û dagirkeriyên ku îro li ser gelê Kurd tê sepandin, ji bo gelê Kurd ji çand û hunera xwe dûr bikeve van êrişan pêktînin. Wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî, ji bo em bikaribin li hemberî van êriş û dagirkeriyên li ser her çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin bibin bersiv, pênûsa me her di destê me de ye.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku di derbarê perwerdeyê de ango di dema wêne xêzkiriana xwenedevanan de hatibû amadekirin, hat nîşandan.
Herî dawî jî zarokên ku perwedeya xwe qedandine, bi komên govend û stiranan, hunera xwe pêşkêşî malbat û kesên li wêderê amade kirin.
ROJNEWS/MEXMÛR