Xeyala zarokatiyê pêk tîne

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Tebax 2025 - 01:35

  • Cemal Alîm li Mexmûrê bi dayîna qûrsa sazê, hem xeyala xwe ya zaroktiyê pêk tîne hem jî Çand û Hunera Kurdî diparêze. Cemal Alîm got: “Ezê tevahî jiyana xwe di rêya hunera Kurdî de derbas bikim û dixwazim hemu zarokên Kurd fêrî enstrumanan bikim.”

ARMANC HEREKOL / ROJNEWS / MEXMÛR

Mamoste Cemal Alîm ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî, niha di bin pileya germahiya 48’an de perwerdeya sazê dide zarok û ciwanan. Cemal Alîm ciwanekî penaber ê Wargeha Mexmûrê ye û ev 30 salin weke hemu ciwanên wargehê di bin penabertiyê de bi şert û mercên herî zehmet de mezin bûye. Hîn di temenê biçûk de berê xwe dide Navenda Çand û Hunerê ya wargehê û li wir nêzî 10 salan xebat dide meşandin.

Hîn di destpêka meşa wî ya hunerê de xeyalek yê wî hebû ku rojekî bibe mamosta û zarokên wargehê fêrî enstruman û hunera Kurî bike. Niha Mamoste Cemal bi piştgiriya malbata xwe ya madî û manewî vê xeyala xwe ya zaroktiyê jiyan dike. Cemal Alîm bi kêm derfetiyan li kêleka mala xwe di salonek biçûk de odeyek ya hunerê avakiriye û niha bi dehan zarok û ciwanên wargehê fêrî sazê dike. Ji ber betlaneya hevînê ya dibistanan, em dikarin bêjin ku di wargehê de bi dehan perwerde hatine destpêkirin. Çend ji wan jî perwerdeyên enstrumananin.

Me berê xwe da hunergeha Mamoste Cemal Alîm û me ji nêz ve jiyan û karê wî şopand. Me dît ku zarok û ciwanên wargehê tevî pileya zêde ya germahiyê jî berê xwe didin Mamoste Cemal û di bin germahiyê de jî xwe fêrî sazê dikin. Ev yek gelek bala me kêşa û me nêrîna Mamoste Cemal û çend xwendevanan girtin. Em dixwazin vê yekî eşkere bikin, heta ku me nêrîn girtin bi dehan caran ji ber germahiya zêde em derketin ji derve, lê belê Mamoste Cemal û wan xwendevan ji ber eşqa hunerê perwerdeya xwe navber nedanê û berdewam kirin.

Di tinebûnê de hebûn afirandin

Mamoste Cemal Alîm di destpêka axaftinên xwe de qala piştgiriya malbata xwe kir û got: “Di vê rêya hunerê de malbata min gelek bûn alîkar. Hem madî û hem jî manewî de tiştek ji min kêm nekirin. Dema ku malbat piştgirî da min, wê demê min hîn zêdetir hêz girt. Ev hezkirin min bi saya Rêber Apo û mamostayên wargehê ye. Ez keda wan ji bîr nakim. Wek ciwan û hunermendên wargehê, me di tinebûnê de hebun dan avakirin. Ev heqîqetek a me ya vî gelî ye. Parastin û pêşxistina hunera Kurdî ji bo me ferze.”

Xeyala xwe pêk tîne

Cemal Alîm di dewama axaftinên de anî ziman ku wî xeyalên xwe serxistine û wiha pêde çû: “Ji zaroktiya min ve xeyala min ew bû ku rojekî di nava van zarokan de perwerdeyên hunerî bidim destpêkirin. Ez niha xeyala xwe jiyan dikim. Ez gelek kêfxweşim ku niha zarokan di hêla hunerî de perwerde dikim û heta zêdeyî 30 xwendevanan jî min ji vir mezun kirine, ango perwerdeya xwe qedandine. Ez ji ber bivê serbilindim û gelek kêfxweşim. Min biryar daye ku tevahî jiyana xwe di vê rêyê de derbaz bikim. Di hêla aborî de me gelek zehmetî kişandin, lê belê dema em encamê temaşe dikin, em dibînin ku li ber keda me ketiye.”

Armanc serketinê misoger dike

Herî dawî Mamoste Cemal Alîm ev peyam da: “Ez niha xwendevanan perwerde dikim û wan fêrî sazê dikim. Her wiha ez di dawet û şahiyan de jî kar dikim. Hem perwerde dikim û hem jî debara jiyana xwe pê didim meşandin. Ger armanca mirov nebe, serkeftin mîsoger nabe. Ez dixwazim tevahî zarokên Kurdan perwerde bikim û wan hêrî hunera Kurdî bikim!”

Her wiha xwendevanên ku di dem û wextên cûda de tevlî perwerdeyê bûne, hest û nêrînên xwe wiha bi me re parvekirin;

Xwe fêrî saz û gîtarê dikin

Salih Benek: “Ev 4 heyvin ez têm perwerdeya sazê. Ji ber ku dibistan di betlaneya salê de ye, ez jî têm vir li gel Mamoste Cemal xwe fêrî sazê dikim. Ez naxwazim demê xwe vala derbaz bikim. Malbata min gelek dixwaze ez bêm xwe fêrî sazê bikim. Ez gelek ji sazê hez dikim. Armanca min ewe ku di pêşerojê de bibim sazbendek baş. Mamostayê me gelek bi me re bûne alîkar em spasiya wî dikin.”

Lîlaz Tallî: “Ev heyveke ez têm qûrsa sazê. Ez gelek ji sazê hez dikim û dixwazim xwe fêr bikim. Mamostayê me, bi me re dibe alîkar û em fêrî sazê dibin. Dayika min ez rêkirim vir û dixwaze ez bi hunerê re eleqeder bim. Ez xwe zîrek dikim û dixwazim zu fêr bibim. Rêjeya germahiyê gelek zêdeye û em rûxmê wê jî tên perwerdê. Ez dixwazim hemû hevalên min, xwe fêrî saz û gîtarê bikin.”

Dixwazin çanda Kurdî biparêzin

Şiyar Yigit: “Ez jî wek hemû hevalên xwe ev çend heyvin têm perwerdeya sazê. Armanca min ewe ku di dema pêş de bibim sazbendek mezin û hunera Kurdî biparêzim. Ji bo wê jî mamsotayê me gelek bi me re eleqeder dibe. Em spasiya mamostayê xwe dikin.”

Hêvî Aşan: “Ev 3 heyvin ez têm perwerdeya sazê. Navbera min û hevalên min başe. Xwesteka min gelek ji sazê re heye. Ez dixwazim di dema pêş de weke Şehîd Mîr Perwer bibim hunermendek mezin û çanda Kurdî biparêzim. Ez dixwazim hemu zarok xwe fêrî enstrumanekî bikin.”

Herî dawî Mamoste Cemal Alîm stranek diyarî Rêber Apo û şervanên azadiyê kir û bi deng û saza xwe em mest kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.