Bi metaforan nasnameya post-kolonyal

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Tebax 2025 - 00:28

  • Hunermend Sid Pattini bi tabloyên xwe yên balkêş nasnameya post-kolonyalîzmê vedikole. Ev nasname çawa tê avakirin û nîqaşên li ser çi ne bi tabloyên xwe şênber dike û di vî warî de têgihiştinekê ava dike.

Sid Pattni, di sê salên xwe yên dibistana hunerê de qet fêr nebû ka çawa rengê çermê xwe boyax bike. Ji bo wî, nîgarkirina rengê çermê spî ji rengê çermê qehweyî re xwezayîtir dihat, û tenê piştî qedandina bernameyê dest pê kir ku pirs bike ka çima ev yek wisa ye. Hunermendê Awustralyayî, bingeha pratîka xwe ya afirîner tam di vê gavê de avêt, û ber bi çarçoveyên post-kolonyal ve çû ku dikaribû fikarên wî yên derbarê dîaspora û koçberiyê de baştir çareser bike.

Pattni, îro bi tabloyên xwe yên ku wêneyên împaratoriyê ji nû ve zindî dikin û zimanên estetîk ên ku van wêneyan li ser bingeha wan ava bûne "perçe dikin û ji nû ve ava dikin" tê nasîn. Pirrî caran ev "perçekirin" di forma mînyaturên Babûrî de, ku kevneşopiyeke hunerî ya taybetî ya Asyaya Başûr e û bi gelemperî bi rengkirina sade, karakter, sînorên kulîlkan û motîfên destanî tê xuyakirin, pêk tê. Mînyaturên Pattni her çend li dora van hêmanên şêwazî dizivirin jî, di heman demê de figûrên kolonyal ên ku ji rûyan bêpar in, lê ne bi nasnameyekê hatine xemilandin, jî dihewîne. Tiştekî balkêş e; çarçoveyên rengîn û bi şêwe yên li dora valahiyên reş ên navenda tabloyên Pattni dizivirin. Li vir, ji bilî çavên piçûk ên ku ji nav tarîtiyê dinêrin, em ti şopên împaratoriyê nabînin!

Nasname çawa tê avakirin û nîqaşkirin?

Pattni, di hevpeyvîna xwe ya bi My Modern Met re got: "Bi hildana mîrasên dîtbarî yên împaratoriyê, xebatên min armanc dikin ku taktîkên kontrolê, kategorîzekirinê û temsîlkirinê yên hevpar ên ku bingeha pergalên kolonyal ên cîhanî ava dikin eşkere bikin. Ez hêvî dikim ku tabloyên min vexwendinê bikin ji bo fikirîna li ser ka nasname çawa tê avakirin û nîqaşkirin." Pattni, ji bilî portreyên serdema kolonyal, li mîrasa nîgarkêşiyên botanîkî yên Brîtanî jî dikole. Hunermend, di tabloyên xwe de bi referansên li van nîgarkêşiyan re bi kulîlkên Babûrî re têkel dike, û kulîlkên tevlihev ên ku hemû bi qestî hatine çêkirin û tiştên mîtolojîk îşaret dikin diafirîne.

Pattni li ser kolonyalizmê wiha dibêje; "Ev ne gengazî, sembola wê yekê ye ku kolonyalîzmê çawa otantîkbûna çandî perçe kiriye û nasnameyên hîbrîd ên ku bi zelalî nayên kategorîzekirin afirandiye. Ez ji nûve zimanekî ava dikim, bi avakirina her du zimanên kulîlkan, ez ji bo nasnameya dîasporîk metaforek dîtbarî diafirînim."

‘Dîroka kolonyal ne dûrî min e’

Sid Pattni re li ser pratîka xwe, girîngiya post-kolonyalîzmê di xebatên wî de û wateya li pişt dîasporayê dirame û li hember pirsa Dîroka kolonyal wekî çarçoveyeke hunerî kêngî bala we kişand?” wiha bersiv dide; “Dîroka kolonyal ji min dûr nîne; ew mîmariya ku bingeha nasnameya min ava dike ye. Koçberiya malbata min ji Hindistanê ber bi Kenyayê û paşê koçberiya min a ber bi Awustralyayê, di nav qalibên koçberiya kolonyal û tevgera cîhanî de cih digire. Vê yekê hişt ku ez ne tenê vegotinên kesane, lê di heman demê de şertên strukturel ên ku wan diafirînin jî bipirsim. Ji aliyê dîtbarî ve, awayê estetîzekirina dîrokên kolonyal bala min kişand: nêrîna oryantalîst a di tabloyên Hindistana Brîtanî de, katalogkirina nîgarkêşiyên botanîkî, kêmkirina nasnameyê di tabloyên Kumpanyayê de. Ev ne temsîlên bêalî bûn; ew amûrên kontrolê bûn. Bikaranîna dîroka kolonyal wekî çarçove, dihêle ku ez bi wêneyên ku nêrînên li ser Hindî û mirovên di dîasporaya Hindî de wekî min çawa hatine dîtin û çawa em xwe dibînin bi awayekî rexneyî têkildar bibim.”

Bîneran difikirîne û pirsan dipirse

Li Awustralyayê, nîqaşên li ser kolonyalîzmê bi gelemperî li ser dîroka niştecihên Brîtanî, bi taybetî di çarçoveya Niştimanên Awustralyayê de, disekinin. Sid Pattni di vî warî de jî van tiştan diyar dike; “Xebatên min, dîrokên kolonyal ên paralel ên li cihên din, bi taybetî li Hindistanê, û çawa ew bi vegotinên pirçandî yên Awustralyayê re têkildar dibin, vedikolin. Bi hildana mîrasên dîtbarî yên împaratoriyê, ez armanc dikim ku taktîkên kontrolê, kategorîzekirinê û temsîlkirinê yên hevpar ên ku bingeha pergalên kolonyal ên cîhanî ava dikin eşkere bikim. Di çarçoveya hunera Awustralyayê de, xebatên min nasnameya dîasporîk a Hindî di nav van axaftinan de cih digire û bîneran teşwîq dike ku bifikirin ka jiyana piştî mirina împaratoriyan ne tenê di xwedîkirina axê de, lê di heman demê de di têgihiştinên çandî û nasnameyên kesane de jî çawa berdewam dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.