Careke din Şêrko Bêkes bi Kurmancî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 23:24

  • Mesûd Zîlan, pirtûka dîwan û helbestan a Şêrko Bêkes ya bi navê “Niha Keçek Nîştimana Min e” ji şêwezarê Soranî wergerand Kurmanciyê.

Mesûd Zîlan, pirtûka dîwan û helbestan a Şêrko Bêkes ya bi navê “Niha Keçek Nîştimana Min e” ji şêwezarê Soranî wergerand Kurmanciyê.

Pirtûka “Niha Keçek Nîştimana Min e” li Silêmaniyê bi merasîmekî hate nasandin. Merasîma nasandina pirtûka helbestan a Şêrko Bêkes ji aliyê Şaxa Nivîskarên Kurd a Silêmaniyê ve hate birêxistinkirin û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Mesûd Zîlan jî di merasîmê de hazir bû û pirtûk îmze kir.

Mesûd Zîlan derheqê wergera xwe de got; “Şêrko Bêkes helbestvanekî mezin ê gelê me ye û li çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin. Helbestên wî li gelek zimanên din hatine wergerandin. Min jî xwest vê pirtûkê wergerînim.”

Zîlan got, ew dixwaze 2 pirtûkên din ên Şêrko Bêkes wergerîne Kurmanciyê.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.