
- Komuna Fîlm a Rojava bi dehan fîlm û belgefîlmên ku di 10 salan de çêkirin, ronî da şoreşê. Hevserokê Komunê Nûman Yîgît da zanîn ku armanca wan ew e bibin "dengê gel û şoreşê" û bang li sînemagerên Kurd kir ku tecrûbeyên xwe parve bikin.
Komuna Fîlm a Rojava, kolektîfek e ku ji 14'ê Tîrmeha 2015'an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada sînemayê de dixebite. Komuna ku bi perspektîfa civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê hatiye avakirin, li dijî bişaftina çandî têkoşînê dide. Komuna ku bi armanca "afirandina sînemayeke azad" tevdigere, ji roja hatiye avakirin ve tiştên di Şoreşa Rojava de qewimîne ji bo perdeya spî vediguhezîne. Di heman demê de bîrekê ava dike.
Ligel atolyeyên sînemayê û bernameyên perwerdehiyê, kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metraja dirêj dikşîne. Fîlmên "Ji bo Azadî" û "Kobanê" yên ku mijara wan berxwedana dîrokî ya Kobanê ye, projeyên komunê yên herî tên zanîn in. Komunê herî dawî fîlmê "Heval Birako" yê ku behsa têkoşîna rasteqîn a du birayên Êzidî yên hewl didin ji esareta DAIŞ'ê rizgar bibin dike û belgefîlma Hemo yê ku di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê dilîst, kişand.
Hevserokê Komuna Fîlm a Rojava derhêner Nûman Yîgît li ser tiştên der barê komunê de tên meraqkirin axivî.
Nûman Yîgît diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû jiyan li ser komunan hatiye birêxistinkirin û ew jî vê yekê esas digirin. Nûman Yîgît destnîşan kir ku du rêgezên bingehîn ên komunê hene û ev tişt got: "Yek ji van, xebatên ji bo çand, ziman û hunera vî gelî ya ku bi sedsalan e bi asîmîlasyonê rû bi rû maye. Ya din jî nêzîkatiya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye."
Nûman Yîgît destnîşan kir ku ligel Kurdan ew ji bo nîşandana çanda gelên din jî hewl didin û got ku jin pêşengiya komuna wan dikin û wiha pê de çû: "Komun parçeyekî vê şoreşê ye. Em nikarin xwe ji şoreşê cuda pênase bikin. Ev şoreş bi pêşengiya jinê pêk hat. Di her qadê de pêşengiya jinan heye. Jin di heman demê de rêgezên civaka exlaqî û polîtîk ava dikin. Hevalên jin di avakirina komunê de jî bi awayekî çalak cih girtin. Herwiha rola pêşengiyê dilîzin. Di demên dawî de derhêneriya hin xebatan jî jinan kir."
Nûman Yîgît bal kişand ser zehmetiyên xebatên sînemayê yên di şert û mercên şer de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû sînemager ji bo ku xwe baştir îfade bikin hawîrdoreke aram û bîstîqrar dixwazin. Lêbelê xebatên sînemayê tenê di hawîrdorên aram û bîstîqrar de çênabin. Carinan xebatên hunerî yên herî xurt di hawîrdoreke şer û nakokiyan de derdikevin holê. Her kes dikare di şertên rihet de tiştan biafirîne. Lê di şertên zehmet de hilberandin biqîmettir e. Ji sala 2011'an ve şer heye. Ambargoyeke aborî heye, zehmetiyên jiyanî hene. Çi dibe bila bibe sînema jî ji vê bandor dibe. Lêbelê şer, di demên dawî de êdî ji bo xebatên me ne asteng e. Em zehmetiyê dikişînin, dibêjin 'gelo', lê dev ji hilberînê bernadin. Di mercên şer de jî lazim e mirov heqîqeta vê civakê nîşan bide. Heke nebe, tu rol û mîsyona sînemayê namîne."
Nûman Yîgît balkişand ku wekî komun ew dixwazin bibin "dengê gel û şoreşê". Nûman Yîgît got ku ew dixwazin bi kesên ku dixwazin bi wan re bixebitin re di çarçoveya rêgezên komunê de bixebitin û di çarçoveya derfetan de ew dikarin her cure piştgiriyê bidin.
MA / QAMIŞLO / AZAD ALTAY














