Bûn parêzvanên jiyana PKK’ê

Şemî 11 Gulan 2024 - 01:45

HPG’ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan hatiye afirandin, bûn parêzvanên jiyana pîroz a PKK’ê.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de, derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:“Di êrîşa dijmin a ku di 30’ê Îlona 2022’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî ya Metîna pêk hat de, hevrêyên me yên Apoyî yên hêja Qehreman Mûrat, Rûbar Xemgîn û Fîraz Artêş heta nefesa xwe ya dawî berxwedaneke fedayî nîşan dan û şehîd bûn.

Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz ên ku ji Bakur, Rojhilat û Rojava tevlî nava refên têkoşîna azadiya gelê me bûn, bi îdeolojiya Apoyî ya ku gelê me gihandiye hev, bûne hêviya azadiyê ya gelê me. Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz ku di her kêliya jiyana xwe de weke derwêşekî jiyan û ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke bi rûmet têdikoşiyan, bi fedekariya xwe di dilê gelê me de cihê xwe girtin. Hevrêyên me ku milîtanên fedayî yên ku di dema pêwîst de li hemberî dijmin mil bi mil li ber xwe dan. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan hatiye afirandin, bûn parêzvanên bêyî navber ên jiyana pîroz a PKK’ê. Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd her tim ji xwe re mînak bigirin, bîranînên wan zindî bihêlin û bi van hestan sersaxiyê ji malbatên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêyê me Qehreman li Curnê Reş (Hîlvan) ku yek ji herêmên ku têkoşîna me ya azadiyê cara ewil lê geş bû, jidayîk bû. Di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Qehreman ku hem di dema şer de hem jî di dema perwerdeyê de bi hevaltiya xwe ya ji dil û keda derketiye pêş, bû milîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî ji xwe re mînak girtine. 

Hevrêyê me Rûbar li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke xwedî nirxên netewî û çanda Kurdî de hatiye dinê. Di sala 2015’an de ji herêma Serhedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku bi cesaret, çalak û dilêriya xwe ya di çalakiyên ku tevlî bûye de rêza hemû hevrêyên xwe girt û di serkeftina van çalakiyan de kedeke mezin da. 

Hevrêyê me Fîraz di malbateke ji eşîra Ketîkî ya qedîm a Kobanê de hat dinê. Di sala 2017’an de li herêma Rojava tevlî nava refên berxwedanê bû û nêzî du salan li wir şer kir. Hevrêyê me Fîraz ku bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bênavber ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi ked û fedekariya xwe di serketina çalakiyên ku tê de cih girt bû diyarker.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Qehreman Mûrat (Orhan Demîr), li Rihayê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2022’an li Metîna şehîd bû.

Rûbar Xemgîn (Mihemed Direwş), li Makoyê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2022’an li Metîna şehîd bû.

Fîraz Artêş (Muhammed Heliç), li Kobanê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2022’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.