Botero û fîgûrên wî yên qelew

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 00:10

  • Hin şêwekar hene bi resm û şêwaza xwe ya hunerî rêûresmên welatekî temsîl dikin. Fernando Botero jî yek ji van şêwekaran bû ku weke sembola hunerê Kolombiyayê dihat dîtin. Nexasim jî fîgûrên wî yên qelew û mijarên ku bi wan dadiket, nerazîbûnek bû li hemberî ferzkirinên hunerî û polîtîk yên mêhtingeran.

Şêwekar û peykersazê Kolombiyayî Fernando Botero, 91 salî wefat kir. Serokê dewleta Kolombiyayê Gustavo Petro li ser medyaya civakî ji bo Botero got; “Şêwekarê rêûresm, qisûr, dilpakî, şidet û aştiyê Fernando Botero wefat kir.” Fernando Botero demeke dirêj bû li Monakoyê di nexweşxaneyê de dima, herî dawî bi daxwaza xwe biryar da ku wî bibin malê. Piştî ku ew ji nexweşxaneyê vegeriya malê bi çend rojan, wî ji vê dinyaya gewrik xatir xwest. Keça wî, Lina Botero jî li pey mirina bavê xwe got; “Jixwe, em li benda mirina wî bûn. Jiyaneke wî ya bêhempa hebû û wî di wextekî xweş de ji nav me bar kir. Wî di nav aramiyê de jiyana xwe ji dest da û ya girîng jî ev e.”

Fernando Botero ji bo Kolombiyayê şêwekarekî girîng bû. Ew bi resm, peyker û xêzên xwe, di dîroka Kolombiyayê de weke hunermendê herî mezin ê neteweyî tê qebûlkirin. Beriya bimire bi sedan pêşangeh vekirin û di van pêşangehan de berhem û koleksiyonên wî yên hunerî hatin nîşandan. 

Çi di nîgarkêşiyê de û çi jî di peykersaziyê de ew bi fîgûrên xwe yên qelew tê zanîn. Wî ev fîgûr weke şêwazekê qebûl kiriye ji bo xwe û bi vê şêwazê nihêrîneke resen nîşanî bînerên hunerî dide. Niha jî berhem û peykerên wî li Muzeya Botero ya li paytexta Kolombiyayê Bogota tên parastin. 

Fernando Botero, sala 1932’yan li bajarê Medellin yê Kolombiyayê hatiye dinyayê. Weke hin kesan di piçûkatiya xwe de qet bala xwe nedaye ser tiştên hunerî. Ew ji bo vê yekê dibêje, “Li bajarê ku ez lê çêbûm, ne muze û ne jî galerî hebûn. Ti tişta ku bi hunerî re girêdayî bû, li bajarê min tine bû. Li salona malê tenê wêneyê Dayika Meryem hebû. Tenê ev wêne hebû. Her wiha li dêran jî hin resmên ku ji serdema mêhtingeriyê mabûn, hatibûn deleqandin. Ew jî kopyayên resmên Ewrûpayî bûn.” Botero dema dibe 16 salî, derbarê Picasso, Kubîzm û “kuştina takekesiyê di jiyana nûjen de” gotarekê dinivîse. Ew bi hizrên entelektuelî tevdigere û bi têgihên Marksîzmê rexneyê li hin tiştan dike. Ji ber vê nêzîkatiya xwe ji dibistanê tê avêtin.

Li Ewrûpa çavên xwe têr dike

Dema dibe 20 salî ji bo hunerê klasîk kifş bike, li welatên Ewrûpayê digere. Li Floransayê li ser hunerê freskan hûr dibe û di beşa dîroka hunerî de perwerde dibe. Botero li Ewrûpayê bi hezaran berhemên hunerî dibîne û ev berhem rêya wî ya hunerî bêhtir ronî dikin. Piştî perwerde û mayîna li Ewrûpayê, ew bi şêwazeke resen bi hestên welatê xwe dadikeve û welatê xwe diresmîne. Şêwaza wî li Kolombiyayê şêwazeke nû bû û ew di warê hunerî de weke pêşengê hunerê Kolombiyayê jî tê zanîn. Paşê di sala 1960’î de li Emerîka, New Yorkê bi cih dibe û bi salan li wir dimîne. Helbet ew li hember berhemên popûler disekine û heta jê tê ji tiştên ku pirr tên bikaranîn, ango trendên zemanên xwe direve. Xwe dûrî teqlîdên hunerî digire. 

Gerîla û Ebû Xureyb teswîr dike

Piştî salên 2000’î ew wêneyên polîtîk jî çêdike. Nexasim jî wêneyên gerîlayên Kolombiyayê û wêneyên wî yên ku Hepsa Ebû Xureyb teswîr dikin, hêjayî dîtinê ne. Ew wêneyên xwe yên ku hepsa Ebû Xureyb nîşan didin, nêzîkatiya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Iraqê rexne dike. Ji ber di hepsa Ebû Xureyb de şidet û miameleyên hov pêk dihatin li hember girtiyan. Her wiha wêneyên wî yên ku gerîlayan teswîr dikin jî nêzîkatiya Botero ya polîtîk rasterast eşkere dikin. Ev wêneyên wî yên dawî di jiyana Botero ya hunerî de weke lûtkeyê jî tên nirxandin ji hêla rexnegirên hunerî ve. 

Mêhtinger û pênaseyên wan ên hunerî qebûl nake

Botero tenê bi awayekî rojane bi pirsgirêkên heyî danediket û xêz nedikir. Wî dîroka mêhtingeriyê ya Emerîkaya Latîn baş xwendibû û ev berhemên xwe yên polîtîk li hember mêhtingeriyê weke protestoyekê dinirxandin. Wî ji bo vê yekê di hevpeyvîneke xwe de digot, “Ez naxwazim kes were axa welatê min dagir bike û min bi rê ve bibe. Her wiha naxazim hunerê Emerîkaya Latîn ji hêla mêhtingeran ve were pênasekirin û kirasek li bejna wî were fesilandin. Divê huner serbixwe û azad be. Bi vî awayî serxwebûna heqîqî dest pê dike; bi tenê bi vî awayî xelk dikare di warê raman, xak û zimanî de serbixwe bijî.”

Bi nihêrîneke firehtir dinihêre

Fernando Botero ji bo şêwaza xwe ya resman jî digot; “Dema ez wêneyê jin, mêr, kûçik yan jî hespekî çêdikim, her tim li hecmê wan jî dihizirim. A rastî, ez wêneyê jinên qelew çênakim, armanca min ew e ku ez li ser hin hêlên din jî bîneran bidim fikirandin û bikim ku firehtir li hin meseleyan binihêrin. Bi vî awayî ez bêhtir rengan bi kar tînim û warê wêneyê firehtir dikim. Bi vê rêbazê ez hestên şêwaza xwe, dewlemendî û kamilbûna fîgûrên xwe baştir îfade dikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.