‘Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê’

Nûçeyên Jin

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Pirtûkên ku heqîqeta dîroka jin, civak û şoreşa jinê bi lêkolîna jinê vedibêjin, hema bibêje qet tine ne. 

Pirtûkên ku heqîqeta dîroka jin, civak û şoreşa jinê bi lêkolîna jinê vedibêjin, hema bibêje qet tine ne. Li ser vê kêmasiyê Akademiya Jineolojiyê xebateke berfireh kir û gihand encamê. Akademiya Jineolojiyê li ser jin û civaka Rojava, û Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn û analîza sosyolojîk kir û encamên vê xebatê bi navê "Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê" di pirtûkekê de bi cih kir. Pirtûk ji Weşanên Jingehê derket.

Heta niha gelek lêkoler, arkeolog û nivîskarên ji welatên derve çûne erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê. Ew girên dîrokî koland, li şûnwar û kevneşopiyên gelên herêmê nihêrtine û li gorî hişmendiya xwe, ew şîrove kirine. Bi vî awayî gelek pirtûk û gotarên lêkoleran ku pirraniya wan jî mêrên Ewrûpî ne, bi nihêrîneke oryantalîst hatine weşandin. Di nivîs û wêneyên wan weşanan de gelên resen wekî objeyên balkêş hatine nîşandan. Lê belê dengên wan, nihêrîn û şiroveyên wan hatine paşguhkirin. Çîrokên li ser jinên xwecih qet nebûn yan jî li gorî xeyalên zilamên Ewrûpî dihatin vegotin. Rastiya jiyan û gelên vê herêmê bûye mijara gelek ferazî û tezên zanista pozîtîvîst. Lê rastiya jin û gelên Mezopotamyaya Jorîn bi pirranî bi rêya çanda devkî û manewî di hafizeya dîrokî ya civakê de hatiye parastin û ragihandin. 

Ji ber van û gelek sedemên din Akademiya Jineolojiyê bi şêwaz û rêbazên zanista jinan û civakê, ev çavkaniya berfireh amade kir, da ku heqîqeta jinan û Şoreşa Rojava raxe ber çavan.

Ji bo fêhmkirina şoreşa Rojava

“Mebesta me ew bû ku em bi xetên stûr û hinek hûrgiliyên jiyanê hewl bidin dîmenekî giştî xêz bikin. Bi taybetî jî me xwest guhê xwe bidin dengê jinên ku li cihekî di nav rastiya vê şoreşê de dijîn. Bi vê armancê me ji destpêkê heta bi dawiya sala 2017’yan bi sedan hevpeyvîn û nîqaşên bi jinên li kantonên Cizîr, Efrîn, Kobanê û Minbicê re meşandin. Her wiha di salên 2018 û 2019’yan de jî çend hevpeyvîn hatine kirin.

Nêrîn û serpêhatiyên jinan, çavkaniyeke bi rûmet û watedar e ji bo fêhmkirina dîroka jin û şoreşa Rojava…”

Pirtûkên ku heqîqeta dîroka jin, civak û şoreşa jinê vedibêjin gelekî kêm in. Ji ber vê yekê "Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê" ku Akademiya Jineolojiyê berfireh amade kiriye, berhemeke gelekî bi qîmet e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.