Bila ti kes rastiyê şêlo neke

Nûçeyên Forum

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 00:27

OSMAN KAPAN

Her kes ne biqasî temenê xwe, bi qasî pêşiyên xwe li gerdunê ye û bi temen e.Lewra ew ji demboriya xwe haydar e. Ango bi xwendin, bihîstin û bûyînên heyî hîn dibe bê beriya wî çi heye. Minak, em hemû heme heme biqasî merivên wê demê Pêxember Zerdeşt,Musa, Îsa û Muhemed nas dikin û wê demê zanin. Îca her mirov biqasî zanîna bi temen e. Ango li gorî zanîna xwe bîrewer e.

Îca meriv çi bike, çi dike ew e. Hunera mirov a herî mezin ew e ku bîreke wî ya xurt heye,ew  bîr domahiya mirovatiyê didomîne.   Heke ew bîra wî tunebana di nav giyanwerên niha qeliyayî û yên niha de wê nikarîbana heyîna xwe bidomîne.Îca tişta mirov kirî mirov hiş û bîra wî ye.Merivên bê bîr mîna dara hişk e, hebûna wî bêwatey e. Lewra ew ne li pêşeroj, ne li paşarojê difikire. Ji bo wî her tişt ew kêliye dema ku têde.Hiş sekiniye! Na fikire.

Halweye fikirandin di birka rastiyê de sobariye. Ji dervî rastiyê rastiyeke din tuneye. Ango rastî yek e, du rastî bi hevre nabin.Wê demê dikarin bêjin,“ Rastî bi zanebûn lihevkirina di heqîqetê de yekbûyîn e.Carina ne yekkes, pirrkes jî çewt difikirin û çewt dikin.Ango wekî hinek dibêjin; “Rastî bi lihevkirina pirran şênber dibe.“ Na. Ne welê ye gelek caran pirr kes dimînin di bi bandora kesan de( hele roja îro amurên dîjîtal çiqasî bikar tînin em baş zanin û çawa rastiyê serobinî dike) û ne famkirî Cewtiyê mîna rastiyê di pejirînin û di wê riyê de dimeşin.

Rastî bi tena xwe û taziye. Ne meriv dikare şirîka jê re çêbike, ne jî bi libas bike.Mîna rojê dibiriqîne. Ku bête gemarkirin jî ,teqez dê bibiriqîne.Ji bo wê ye pêşiyên me gotinne¸Roj tim di bin ewran de namîne. Rastî jî wisa ye

Nêrîna me çi dibe bila bibe rastî bi carekê nayê fam kirin. Lewra tim rastî hatîye şêlo kirin, şênber û razber tevlîhev kirine. Hin rastî di nava şênbertiyê de veşartî ne, ji ber ku ne li ber çavin di nava pirraniyê de winda dibin. Bes ji bo ku şênberin ev wiwndabû ne demdirêje.Îca rastî carina razbere, ango veşartiye.An jî bi gotinên gilover tê gotin, an jî wekî xetîreya pêşerojê ne, nayêne fam kirin. Ji ber wê ye pêşikvan di dema xwe de nayêne pejirandin.Lewra gotinên (rastî ) wan ji fikirandin û teswîrkirina demê wêdetirin,çimkî ew pêşiya xwe bi sedên salan teswîr dikin, difesilînin û bi libas dikin.Aşte ev meriv bi tena serê xwe ne.Ji rastî, bîr û baweriyê pê ve tiştek di destê wan de tune ye.

Belê haveynê ( rastî ) ku  pêşerojê bi meyê di destê wan de ye. Her çiqasî ji wan neyê bawerkirin jî, dema ku haveyn meyî û sitiya ew tişta ku razber bû, şenber dibe êdî ber bi çav e. Merivê nezan her tiştî şênber dixwazî. Ji ber wê pêşiyên me gotine;“ Baweriya mirovê Kurd di çavên wî de ye.“ Çima? Ji ku neyarên wan nehiştiye ji hêla ramanî ve xwebûnekê çêbikin. Tim û tim darê zorê li ser serê wan hejandine û tim şênbertî raçavî wan kirine. Rewşenbîr û gelek pêşengên Kurda gotiye, bes ne kirine. Ango gotin û kirin ji hev cuda ye. Vê baweriya Kurda şikandiye û bûye sedema vê gotina pêşiyan;“ Dibêje lê napêje.“Îca gotin li cem wan bêqîmet bûye. Wê demê em ji guhê xwe re bikin guhar, tişta ku em nekin nebêjin. Lewra zirara wê pirr e.  

Meriv bi tena serê xwe nagihe zanîneke mezin. Divê ligel hineke din zanîna xwe azmûn bike. Jixwe hêza mirov ya herî mezin ew e ku zanînê di hişê xwe de digire û neqlî hineneke din dike. Ji ber wê ye di zanînê de hêza kesan bi sînor e. Lê dema ku bo kom hêz zêde dibe, ku bû civak hîn zêdetir dibe. Îca desthilatdar ji bo raman pirranî nebe li gorî xwe zagon derxistine. Lê em baş zanin ku ramanek ji hêla gelan ve hate pejirandin tu hêz xwe li ber nagire.

Îro rastî li holê ye û mîna tavê dibiriqîne, zanîn jî heye,divê ev bikeve tevgerê û wijdan rabe lutkeyê. Çimkkî yên dixwazîn rastiyê şêlo bikin hene. Hinek bi zimanê xwe, hinek bi çeka xwe.Hinek dibêjin Tevgera Azadiyê dev ji Kurdistanê berdaye. Dibêjin bila Kurdistaneke serbixwe ( ka ava bikin yê destê we bigire agir bikkeve mala wî!)  hebe. Lê çoyekî jî li dijmin nadin,lê bi zimanê wî diaxifin.Gotinekê ji mala Berzanî re nabêjin. Îro û berê jî mala Berzanî çoyê destê dijminin. Rola wê tevgerê Kurdî ji holê rabike. PDK ya Rojhilat û Bakur Cawa ji holê rakir, Serok û endamên wê yî biqîmet çawa qetil kirin baş tê zanîn. Belê çoyê destê dijmine, çima ev “ Netewperwer“ nabêjin dev ji xiyanetê berde. Ma nizanin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê çû, êdî dora wan e. Qey nayê bîra wan dema ku referanduma serxwbûnê kirin,dewleta Tirk tankên xwe birin ser sînor û ji Iraqê pirrtir li hember derket û zirt li mala Berzanî kirin.Belê zanin,lê rola xwe mecburin bileyîzin û rastiyê şêlo bikin.

Yên dibêjin em rewşenbîr, hunermend in û dixwazê pêşeroja gelê xwe bin, divê îro dengê xwe bilind bikin û rastiyê ji gelê xwe re rewa bikin. Ev ne alîgiriye, ev erkeke wijdaniye. Qey pozê wan kesên bêdeng dimînin naşewite?Pêşmerge didine pêşiya leşkerên Tirkan û diçine ser mevziyên Gêrîlayên Azadiyê û bi çekên kîmyewî wan qetil dikin.Ku wijdan vê bipejirîne,divê em pênaseyeke nû ji bo wijdanê bikin…Kurt û kurmancî bêdeng mayîn şirîkatiye.

Rastî yek e,zelale,hacet bi gotinên gilover nîn e.Gotin hebe divê îro bête gotin, dibe ku sibe dereng be. Lewra em ji paşeroja xwe bas dizanin bê xayîntî xencereke çawa ye li ser dilê me. Ji ber wê me di serî de got; her kes ne biqasî temenê xwe, biqasî hemû pêşiyên xwe li gerdunê ye.Î ca divê em wane (ders) yeke baş ji paşeroja xwe bigirin û bêjin; “ Ji îxanetê re êdî bes e…“ Bila kurmê darê ji darê bête avêtin, rastî hasil bibe..

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.